Laliş an jî Lalişa Nûranî (bi zimanê hûriyan; "la-la-aš-ha-ri…/. Lālašha), cih û warê pîroz û perestgeha êzidîtiyê ye ku dikeve Geliyê Lalişê yê devera Şêxan, 10 km li başûrê rojhilatî Duhokê, li herêma Kurdistana Îraqa federal. Ziyaret û cihê hecê yê hemû êzidiyan e û cihê Kaniya Spî, kaniya pîroz e ku li ava wê êzidî zarokên xwe mor dikin. Di dîrokê de gelek caran êrîşên leşkerî hatine ser Lalişê bi armanca xerakirina vî cihî û nehêlana dînê êzidyan û cejnên wan.
Laliş aramgeha gelek şêxên êzidî ye, ya sereke gora Şêx Adî ye. Şêx Adî di navbera salên 1173 û 1162an de dijiya.
Rûberê Perestgeha Lalişê dorên 4500 m² (metre çargoşe) ye.
بۆچوونێکی نوێ بنووسه