عقرة

( Akrê )

Akrê, bajarekê Kurdistana Başûr e. Ev bajêr dikevit navbera Dihok, Hewlêr, Mûsil û Amêdiyê. Bajêrê kevin li pala Çiyayê Akrê ye û li gelek taxan serbanê malekê hewşa maleka dî ye. Lê niha bajêr ber bi aliyê deştê ve zêde dibit.

Kelha Akrê ya kevin bêguman yek ji cihên asê ji bo bergirî ya dijberî dujminan bûye. Li dema hatina leşkirê Ereban Kelha Akrê yek ji cihên şerê dijberî leşkirê Îslamê bûye. Ev kelh niha wêeaneyeka bêxudan e. Karên giring li wê kelhê hatine kirin. Ji wan karan anîna avê bi boriyan ji nihalekê bo ser çiya ye.

Pêkhateya civakî ya bajêrî têkhilek ji jiyana bajêriyan û xelkên eşîretî ye. Akreyî wekî bajêrî ji nimûneyên bajêrwarî ya kevin ya Mîrgeha Behdînan in, lê eşîretên mîna Zêbarî, Herkî û Surçi rolên gelek giring di dîroka vî bajêrî da lîstine.

Yek ji bingehên rewşenhizirî ya Mîrgeha Behdînan Akrê bûye. Hind cihên girêdayî bi Akrê ve mîna gundê Şoşê jî gelek zana, nivîskar û hozanvan pêgehandine.

Photographies by:
Zones
Statistics: Position
1729
Statistics: Rank
142940

بۆچوونێکی نوێ بنووسه‌

CAPTCHA
Security
135476298Click/tap this sequence: 9255
Esta pregunta es para comprobar si usted es un visitante humano y prevenir envíos de spam automatizado.

Google street view

Where can you sleep near Akrê ?

Booking.com

What can you do near Akrê ?

8.715.658 visits in total, 407.503 Points of interest, 405 Destinations, 1.796 visits today.