Gola Ûrmiyeyê, Gola Ûrmiyê yan jî Deryaçeya Ûrmiyê, goleke xwê ya îndorhek (gola qada dorpêçkirî) e ku dikeve aliyê rojhilata bajarê Ûrmiyê ya Rojhilata Kurdistanê. Gola Ûrmiyê di navbera erdê Rojhilata Kurdistanê û Îranê de ye ku beşek ji rojavayê golê di nav erdnîgariya Rojhilata Kurdistanê de ye. Gola Ûrmiyê di asta xwe ya herî mezin de gola herî mezin a Rojhilata Navîn û şeşem mezintirîn gola ava şor a mezinê li cihanê ye. Ruava Gola Ûrmiye nêzîkê 5.200 km² ye dirêjahiya golê 140 km û firehiya 55 km û asta herî kûr a Gola Ûrmiye 16e mêtre ye.
Gola Ûrmiye di dawiya sala 2017an de ji ber hişkesaliya giştî ya domdarê li Rojhilata Kurdistanê û li Îranê, ji 10% ji mezinahiya xwe ya berê (û 1/60 ji qebareya avê di sala 1998 de) winda dike. Hişkesalî di sala 2019an de şikest û Gola Ûrmiye careke din dîsa ava xwe dadigire. Ji ber barana zêde û veguherîna ava Zêyê Mezin ku di çarçoveya Bernameya Vejandina Gola Urmiyê ber bi golê ve hatiye herikîn ava Gola Ûrmiy...زیاتر بخوێنهوه
Gola Ûrmiyeyê, Gola Ûrmiyê yan jî Deryaçeya Ûrmiyê, goleke xwê ya îndorhek (gola qada dorpêçkirî) e ku dikeve aliyê rojhilata bajarê Ûrmiyê ya Rojhilata Kurdistanê. Gola Ûrmiyê di navbera erdê Rojhilata Kurdistanê û Îranê de ye ku beşek ji rojavayê golê di nav erdnîgariya Rojhilata Kurdistanê de ye. Gola Ûrmiyê di asta xwe ya herî mezin de gola herî mezin a Rojhilata Navîn û şeşem mezintirîn gola ava şor a mezinê li cihanê ye. Ruava Gola Ûrmiye nêzîkê 5.200 km² ye dirêjahiya golê 140 km û firehiya 55 km û asta herî kûr a Gola Ûrmiye 16e mêtre ye.
Gola Ûrmiye di dawiya sala 2017an de ji ber hişkesaliya giştî ya domdarê li Rojhilata Kurdistanê û li Îranê, ji 10% ji mezinahiya xwe ya berê (û 1/60 ji qebareya avê di sala 1998 de) winda dike. Hişkesalî di sala 2019an de şikest û Gola Ûrmiye careke din dîsa ava xwe dadigire. Ji ber barana zêde û veguherîna ava Zêyê Mezin ku di çarçoveya Bernameya Vejandina Gola Urmiyê ber bi golê ve hatiye herikîn ava Gola Ûrmiye hatiye parastin.
Gola Urmiyê bi tevî 102 giravên xwe yên berê, ji aliyê Wezareta Jîngehê ya Îranê ve weke parkeke neteweyî tê parastin.
بۆچوونێکی نوێ بنووسه