Mizgefta Celîl Xeyat (Kurdî: مزگەوتی جەلیل خەیات, bi romanî: Mzgawti Celil Kayat) mizgefteke îslamî ya sunnî ye li Hewlêrê, Herêma Kurdistanê; ya herî mezin a bajêr. Mizgeft ji aliyê Celîl Xeyat ê ku di sala 2005'an de mir; û mizgeft di sala 2007'an de ji aliyê kurên wî ve ji bo bîranîna bavê xwe temam bû.
Şêweya mizgeftê dişibe Mizgefta Mihemed Elî ya li Qahîreyê û mizgefta Şîn a li Stenbolê. Ew wekî yek ji hundurên mizgeftê yên herî xweşik tê binav kirin. Şîrketa înşaetê ya Alkhayat diyar dike ku 'Avaniya mizgeftê ji xeynî qubeyan xwe dispêre mîmariya Îslamî û sêwirana El Abbasî' ku sêwirana Osmaniyan e. Bilindahiya qubeya sereke 48 metre (157 ft) ye, dirêjahiya wê 20 metre (66 ft) ye, çar nîv qube û diwanzdeh çaryek qubeyên wê dorpêç dikin. Mizgeft 15,000 metre çargoşe (160,000 ft çargoşe) ye û 1,500 heta 2,000 kes tê de hene.
بۆچوونێکی نوێ بنووسه