Rewandiz
Rewandiz, navçeyeke Herêma Kurdistanê ye û yek ji navçeyên parêzgeha Hewlêrê ye ku nêzîkî sînorên Rojhilata Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê ye û 10 kîlomêtre li rojhilata Şelala Bêxalê ye. Navçe 123 kîlomêtre dûrî Hewlêrê ye û bi zincîre çiyayên Zagrosê hatiye dorpêçkirin ku li başûr Çiyayê Korek, li bakur Çiyayê Hindren, li rojava Çiyayê Zozikê û li rojhilat Çiyayê Bradostê heye.
Di serdema Împeratoriya Asûriya Nû de, ji sedsalên 10an heta sedsala 7an a berî zayînê, ev herêm li ser rêya bazirganiyê ya Nînewayê bû.
Navçe piştî şerê Çaldiranê di sala 1514an de ket bin desthilatdariya Mîrnişînên Bradostê û piştre heta sala 1836an ketiye bin desthilatdariya Mîrnişînên Soran.[1][2]
Di sala 1915an de di dema Şerê Cîhanê yê Yekem de navçe ji aliyê rûs û asuriyan û ermenî ve hate dagirkirin û Komkujiya Rewandizê.[3] Gelê navçeyê ji aliyê artêşa Rûs û çekdarên Asûrî yên hevalbend ve hatin qetilkirin ku piştî kozakên Nikolay Baratov bajar ji nû ve hate sitandin, tenê ji sedî 20ê nifûsa kurdan karibûn ji komkujiyan xilas bibin. Di sala 1922an heta dawiya salê ku ji navçeyê hatine derxistin bajar ji aliyê Tirkan ve hatibû dagirkirin.[4] Leşkerê îngilîz di 22ê nîsana 1923an de bajar bidestxistin. Jiber ku hêzên îngilîzî di wê baweriyê de bûn ku ger ew derkevin dê leşkerên tirk vegerin, îngîlîzan biryar da ku li cihê xwe bimînin û li benda hatina komîsyonek taybetî ji bo sererastkirina sînorê di navbera Tirkiye û Iraqê de bin.[5]
Di navbera salên 1928 û 1932an de îngilîzan rêyeke stratejîk ji Hewlêrê, ji Rewandizê, heta sînorê Îranê li nêzîkî Pîranşara îro ava kirin. Çêkirina rê ji hêla endezyarê Zelanda Nû A.M. Hamilton ve hatibû birêve kirin.[6]
^ Nikitine, B.; Bosworth, C. E. (24 nîsan 2012). "Rawāndiz". Encyclopaedia of Islam, Second Edition (bi îngilîzî). Brill. doi:10.1163/1573-3912_islam_com_0914. ^ Dehqan, Mustafa; Genç, Vural (7 çiriya pêşîn 2019). "The Kurdish Emirate of Brādōst, 1510-1609". Oriente Moderno. 99 (3): 306–320. doi:10.1163/22138617-12340222. ISSN 2213-8617. ^ "zindamagazine.com/html/archives/1999/znda1116.html". ^ "First World War". www.nationalarchives.gov.uk. Roja wergirtinê: 24 çiriya paşîn 2022. ^ "The Kurdish Problem and the Mosul Boundary: 1918-1925 - Security Council - Global Policy Forum". nointervention.com. Roja wergirtinê: 24 çiriya paşîn 2022. ^ Hamilton, A. M. (26 çiriya paşîn 2004). Road Through Kurdistan: Travels in Northern Iraq (bi îngilîzî). Bloomsbury USA. ISBN 978-1-85043-637-9.
بۆچوونێکی نوێ بنووسه