Dara (antik kent)

( Dara, Mêrdîn )

Dara, Dare an jî Darê (bi yewnanî: Δάρας, lat. Dáras; di dema Bîzansê de navê wî Anastasiopolîs bûye û di salên 1950'yan de navê wî guhertine jê re gotine Oğuz, lê îro (2010) dîsa navê Dara lê kirin) 30 km li başûrê rojavayê Mêrdînê, li ser rêya Nisêbînê ye. Ev bajarê Mezopotamyayê ku di wexta xwe de bi nav û deng bû, çi mixabin ku ew niha bûye weke gundekî piçekî mezin.

Dara, ji aliyê hikumdarê persan Dariyûş III (Dara, Darius) ve hatiye ava kirin. Bajar heta çend sedsalên piştî zayînê carinan di bin hikumdariya Împeratoriya Romayê û car carinan jî di bin ya persan de maye. Di sedsalan 7'an de dikeve destên ereban û heta bi sedsala 15'an jî di bin desthilatiya hikumdarên herêmî de dimîne. Piştî sedsalan 15'an jî bajar dikeve destê osmaniyan.

Ji piran, serayan, sarîncan û avahiyên din û pereyên car carna di nav xirbe...زیاتر بخوێنه‌وه‌

Dara, Dare an jî Darê (bi yewnanî: Δάρας, lat. Dáras; di dema Bîzansê de navê wî Anastasiopolîs bûye û di salên 1950'yan de navê wî guhertine jê re gotine Oğuz, lê îro (2010) dîsa navê Dara lê kirin) 30 km li başûrê rojavayê Mêrdînê, li ser rêya Nisêbînê ye. Ev bajarê Mezopotamyayê ku di wexta xwe de bi nav û deng bû, çi mixabin ku ew niha bûye weke gundekî piçekî mezin.

Dara, ji aliyê hikumdarê persan Dariyûş III (Dara, Darius) ve hatiye ava kirin. Bajar heta çend sedsalên piştî zayînê carinan di bin hikumdariya Împeratoriya Romayê û car carinan jî di bin ya persan de maye. Di sedsalan 7'an de dikeve destên ereban û heta bi sedsala 15'an jî di bin desthilatiya hikumdarên herêmî de dimîne. Piştî sedsalan 15'an jî bajar dikeve destê osmaniyan.

Ji piran, serayan, sarîncan û avahiyên din û pereyên car carna di nav xirbeyan de tê dîtin, xuya dike ku Dara bajarekî dewlemend bûye. Cihê ku jê re dibêjin "Zindan" ji aliyê Dariyûş ve hatibû çêkirin [çavkanî hewce ye], heta îro jî li ser lingan maye. Bajar ji du qisman pêk tê.

Daraya antîk ku wekî Efesa Mezopotamyayê tê pejirandin ji aliyê qiralê persan Dariyûşê sêyem ve beriya mîladê di 570-530’an de wekî cihê bêhnvedanê tê avakirin [çavkanî hewce ye]. Tê gotin ku Dara demekê bûye paxtexta persan jî [çavkanî hewce ye]. Dara di dema Roma û Bîzansê de di navbera Mezopotamya û Anatoliyayê de bûye bajarekî stratejîk. Piştre ango piştî mîladê di navbera desthilatdariya Pers û Romayê de pir caran diçe û tê. Dîsa dikeve bin desthilatdariya sasanî, part û Tîgranên mezin. Di serdema 15’em de dikeve bin desthilatdariya osmaniyan.

Dara ji çar taxan pêk tê. Ev tax, taxa Haciyan, taxa Kelê, taxa Axê û taxa Fileha ne. Dema ku mirov van taxan ango li navenda Darayê digere şopên dîroka çar hezar salan dibîne [çavkanî hewce ye]. Piştî şerê Gaugamelayê (331'ê berî zayînê) ji aliyê Îskenderê Mezin ve li gorî bingeha xwe ji nû ve hatiye avakirin. Lê belê, şûnwarê bajarê kevnare yê ku îro li Darayê tê dîtin ji hêla împeratorê bîzansî Anastasius I (Anastasiusê yekem) ve (491-518'ê piştî zayînê) di sala 507'ê piştî zayînê de hatiye avakirin û navê Anastasiopolîs (anku, "Bajarê Anastasius") lê kiriye, bi dû re jî di sala 530’an de ji aliyê împeratorê Romayê Justinianus I (Justînianusê yekem) ve li gorî mîmariya helenîstîk ji nû ve hatiye avakirin. Bajarê ku ji aliyê persan ve hatiye çêkirin tê hilweşandin û kevirên wê ji bo bajarê nû dibin.

Photographies by:
Mihrirojin - CC BY-SA 4.0
Statistics: Position
1689
Statistics: Rank
157234

بۆچوونێکی نوێ بنووسه‌

CAPTCHA
Security
175296348Click/tap this sequence: 9464
Esta pregunta es para comprobar si usted es un visitante humano y prevenir envíos de spam automatizado.

Google street view

Videos

Where can you sleep near Dara, Mêrdîn ?

Booking.com

What can you do near Dara, Mêrdîn ?

9.002.578 visits in total, 407.503 Points of interest, 405 Destinations, 2.982 visits today.