Context of Tirkiye

Tirkiye, Turkî, Turkiya an jî Komara Tirkiyeyê (navê fermî bi tirkî: Türkiye Cumhuriyeti) welatekî li nîvgirava Anatolyayê ye, ku li başûrê rojavayê Asyayê heta nîvgirava Balkanê li başûrê rojhilata Ewropayê ye.

Sînorên Tirkiyeyê bi heşt welatan re hene: Bulgaristan li bakurê rojavayê, Yewnanistan li rojavayê, Gurcistan li bakurê rojhilatê, Ermenistan, Îran û Azerbaycanê li rojhilatê, Iraq û Sûrî li başûrê rojhilat û başûrê wê dikevin. Ew bi Deryaya Navîn li başûrê, Deryaya Egeyî li rojavayê û Deryaya Reş li bakurê tê dorpêçkirin. Deryaya Marmara jî li navbera axên Tirkiyeyê dikeve. Ev derya wekî sînorê parzemîna Ewropayê û Asyayê tê hesibandin û bi vî awayî Tirkiyê welatekê du-parzemînî ye.

Where can you sleep near Tirkiye ?

Booking.com
8.839.632 visits in total, 407.503 Points of interest, 405 Destinations, 1.088 visits today.