Smirni

( Smyrna )

Îzmîr (bi tirkî: İzmir) an jî Simîrna (bi yewnanî: Σμύρνη, lat. Smírni, ji bi yewnaniya kevn: Σμύρνη, lat. Smúrnē an Σμύρνα, Smúrnā; bi latînî: Smyrna), bajarekî metropolê ye li qeraxa rojavayê Anatolyayê û serbajarê Parêzgeha Îzmîrê ye. Bajêr piştî Stembol û Enqereyê sêyem bajarê herî qelebalix ê li Tirkiyeyê ye û mezintirîn berfirehiya bajarî ya li ser Deryaya Egeyê ye. Di sala 2019an de nifûsa Îzmîrê 2 milyon û 965 hezar û 900 kes bû û Nifûsa Parêzgeha Îzmîrê jî 4 milyon û 367 hezar û 251 kes hebûn. Nifûsa qada bajêr ya avakirî (yan metro) 3.209.179 kes bû. Îzmîr yek ji bajarên Tirkiyeyê ku bi sed hezaran kurd di salên 90î û di salên daw...زیاتر بخوێنه‌وه‌

Îzmîr (bi tirkî: İzmir) an jî Simîrna (bi yewnanî: Σμύρνη, lat. Smírni, ji bi yewnaniya kevn: Σμύρνη, lat. Smúrnē an Σμύρνα, Smúrnā; bi latînî: Smyrna), bajarekî metropolê ye li qeraxa rojavayê Anatolyayê û serbajarê Parêzgeha Îzmîrê ye. Bajêr piştî Stembol û Enqereyê sêyem bajarê herî qelebalix ê li Tirkiyeyê ye û mezintirîn berfirehiya bajarî ya li ser Deryaya Egeyê ye. Di sala 2019an de nifûsa Îzmîrê 2 milyon û 965 hezar û 900 kes bû û Nifûsa Parêzgeha Îzmîrê jî 4 milyon û 367 hezar û 251 kes hebûn. Nifûsa qada bajêr ya avakirî (yan metro) 3.209.179 kes bû. Îzmîr yek ji bajarên Tirkiyeyê ku bi sed hezaran kurd di salên 90î û di salên dawiyê de ji Bakurê Kurdistanê koçê vî bajarê bûne.

Bajêr li ser peravên deryayî yên Kendava Îzmîrê û li hundir ber bi bakur ve li seranserê Deltaya Çemê Gedizê dirêj dibe ku li rojhilat li kêleka deşteke aluviyal a ku ji hêla çend çemên piçûk ve hatine çêkirin û li aliyê başûr jî li ser erdekî hişk hatiye avakirin. Dîroka bajêr ji serdema neolîtîk û vir ve 3000 salan zêdetir dîroka bajarvanî ya tomarkirî heye û heta 8500 sal jî dîroka bicih bûna mirovahî ya bajêr hatiye tomarkirin. Di kevnariya klasîk de bajar bi navê Smîrna (/ˈsmɜːrnə/ SMUR-nə; bi yewnanî: Σμύρνη, bi romanî: Smîrnî/Smîrnê) hatiye binavkirin. Heya sala 1923an di ku navbera Yewnanîstan û Tirkiyeyê de pevguhertina nifûsê pêk hatiye, li Îzmîrê nifûsek mezinê yewnanî hebû.

Photographies by:
Statistics: Position
2886
Statistics: Rank
42271

بۆچوونێکی نوێ بنووسه‌

Esta pregunta es para comprobar si usted es un visitante humano y prevenir envíos de spam automatizado.

Security
125974863Click/tap this sequence: 9791

Google street view

Where can you sleep near Smyrna ?

Booking.com
489.162 visits in total, 9.196 Points of interest, 404 Destinations, 68 visits today.