Context of Îslam

Îslam, îslamiyet an jî misilmanetî (bi erebî: إسلام‎, lat. îslām) navê dîn û ayîneke yekxwedayî ya Îbrahîmî ye, ku pirtûka wê ya pîroz Quran e. Li gorî baweriya îslamê Quran gotina Xwedê ye û ji ber vê hindê nehatiye guherandin. Li gorî îslamê pirtûkên Încîl, Tewrat û Zebûr jî ji hêla Xwedê ve hatine şandin, lê ew, bi destê mirovan hatine guherandin. Sunet yanê kirin û gotinên Muhemmed jî di jiyana bawermendên misilman de rolek girîng dilîzin. Piraniya hedîsan di pirtûkên Muslîm, Tîrmîzî û Sehîhî Buxarî de hatine komkirin.

Bi qasî 2 mîlyar şopînerên xwe ji sedî 25% nifûsa cîhanê ye, ku wekî misilman tê zanîn, duyem mezintirîn ola cîhanê ye. Misilman piraniya nifûsa 47 welatan pêk tînin.

Misilman bawer dikin ku îslam guhertoya bêkêmasî û gerdûnî ya baweriyeke pêşîn e, ku berê gelek caran bi pêxemberên wekî Adem, Îbrahîm, Mûs...زیاتر بخوێنه‌وه‌

Îslam, îslamiyet an jî misilmanetî (bi erebî: إسلام‎, lat. îslām) navê dîn û ayîneke yekxwedayî ya Îbrahîmî ye, ku pirtûka wê ya pîroz Quran e. Li gorî baweriya îslamê Quran gotina Xwedê ye û ji ber vê hindê nehatiye guherandin. Li gorî îslamê pirtûkên Încîl, Tewrat û Zebûr jî ji hêla Xwedê ve hatine şandin, lê ew, bi destê mirovan hatine guherandin. Sunet yanê kirin û gotinên Muhemmed jî di jiyana bawermendên misilman de rolek girîng dilîzin. Piraniya hedîsan di pirtûkên Muslîm, Tîrmîzî û Sehîhî Buxarî de hatine komkirin.

Bi qasî 2 mîlyar şopînerên xwe ji sedî 25% nifûsa cîhanê ye, ku wekî misilman tê zanîn, duyem mezintirîn ola cîhanê ye. Misilman piraniya nifûsa 47 welatan pêk tînin.

Misilman bawer dikin ku îslam guhertoya bêkêmasî û gerdûnî ya baweriyeke pêşîn e, ku berê gelek caran bi pêxemberên wekî Adem, Îbrahîm, Mûsa û Îsa ve hatiye eşkere kirin.

Bajarên Meke, Medîne û Orşelîmê sê cihên herî pîroz ên îslamê ne. Îslam berî zayînê di destpêka sedsala 7an de li Nîvgirava Erebistanê ya bajarê Mekê, ji sedsala 8an de bi Xelîfeta Emewî ji rojavayê Nîvgirava Îberî heta rojhilatê Çemê îndusê dirêj bû.

Berfirehbûna cîhana misilmanî bi Xelîfetî û dewletên cihêreng yên wekî Împeratoriya Osmanî, bazirganî û misilmanbûna bi çalakiyên mîsyonerî ve girêdayî bu.

Piraniya misilmanan ji du mezheban e: Sunîtî (%85-90) an Şiîtî (%10-15). Cûdahiyên Sunî û Şiî ji nakokiyên li ser dewsa Mihemed derketin û girîngiya siyasî ya berfireh û hem jî aliyên teolojîkî û dadrêsî wergirtin.

Nêzîkî ji sedî 12% misilmanan li Îndonezyayê û herwiha welatekî bi piraniya misilmanên herî şênî dijîn; 31% li Başûrê Asyayê, rêjeya herî mezin a misilmanên li cîhanê dijîn; 20% li Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur; û 15% li Afrîka heta bin Saharayê. Herwiha civakên misilmanên mezin wekî li Amerîka (parzemîn), Çîn û Ewropayê jî zêdetir heye.

Where can you sleep near Îslam ?

Booking.com
488.995 visits in total, 9.195 Points of interest, 404 Destinations, 41 visits today.