Mardin

( Mêrdîn (bajar) )

Mêrdîn (bi tirkî: Mardin) bajarekî Bakurê Kurdistanê ku îro dikeve Komara Tirkiyeyê. Bajarê Mêrdînê ji başûrê xwe ve bi Rojavayê Kurdistanê, ji rojhilatê xwe ve bi Sêrt û Şirnexê, ji bakurê xwe ve bi Amedê û ji rojavayê xwe ve jî bi Rihayê hatiye pêçan. Hejmara niştecihên wê 796.591 kese. Qezayê bi ser ve ev in: Qoser, Artuklu, Nisêbîn, Midyad, Mehsert, Dêrika Çiyayê Mazî, Şemrex, Kerboran, Stewr û Rişmil.

Mêrdînê, Mardon, Mirde an ku Marde yek ji navdartirîn û kevintirîn bajarê Mezopotamyayê ye. Bajar li ser çiyakî ava bûye. Keleha wê ya kevn, hemû rêyên bajêr bi xwe ve girê dide. "Mîrê Kelahan" hatiye gotin ji Keleha Mêrdînê re. Di dîrokê de gelek qralan xwestiye wê têxe destê xwe, lê Keleha Mêrdînê rê nedaye wan. Bajar li başûrê kelehê ava bûye. Xanî li du yên din, bi hevûdu ve hatine girêdan. Kevirên wan yê sipî û zer ji bo avakirinê hatine peyde kirin. Bajar, bi ava xwe ya hênik û xwezaya xwe ya balkêş bi navdar e. Bakurê wê cihê bexçe û bostana ye.

Di dîrokê de ji bo bidestxistina bajêr şerên giran çêbûne. Berî çêbûna Mesîh, aramiyan û farisan şerên giran kirine. Demekê Romê li vir mane. Bi hatina îslamiyetê, di dema Omerê kurê Xettap de, hatine bi ser bajêr ve, bajar kontrol kirine. Kurdan di dema Merwaniyan de bajar bi baştirîn şêwe îdare kiriye. Piştre Artukî li vir bi cî bûne. Bajar, bi aqilmendiya Idrîsê Bedlîsî, di dema Selîmxanê kurê Sultan Beyazit de ketiye kontrola Osmanliyan.

Kronolojiya bajêr

Berî Zayînê:

2000 - 1243, dema Huriyan û Mîtaniyan 1243 - 612, dema Suryanîiyan (aramîyan) 608 - 550, dema Medan 550 - 312, dema Persan 331 - 312, dema Mekodonîyan

Piştî Zayînê:

197 - 395, dema Romayiyan 395 - 640, dema Bîzansiyan 640, dema Ereban 990, dema Merwaniyan 1202, dema Eyûbiyan 1515, dema Osmaniyan 1847, serhildana Bedirxanan
Photographies by:
Yılmaz Kilim - CC BY 3.0
Statistics: Position
961
Statistics: Rank
117415

بۆچوونێکی نوێ بنووسه‌

Esta pregunta es para comprobar si usted es un visitante humano y prevenir envíos de spam automatizado.

Security
138529476Click/tap this sequence: 2554

Google street view

Where can you sleep near Mêrdîn (bajar) ?

Booking.com
489.369 visits in total, 9.196 Points of interest, 404 Destinations, 7 visits today.