Context of Atîna

Atîna (bi yewnanî Αθήνα Athina), paytext û bajarê herî mezin ê Yewnanistanê ye ku bajarek xwedî deverek deryayî ye ku li deverê Deryaya Navîn hatiye avakirin. Bi nifûsa deverên bajarî ku ji 3 milyonê zêdetir e, bajêr bi devera bajarî dibe heştem bajarê herî mezin ê Yekîtiya Ewropayê. Atîna bajarê serdest û serbajarê herêma Atîkayê ye û yek ji kevintirîn bajarên cîhanê ye ku bi dîroka bajêr a tomarkirî ji 3.400 salan kevintir e. Hebûna mirovan ê pêşîn a bajêr di navbera hezarsalên 11 û 7 b.z. de dest pê dike. Bajêr xwe ji xwedawenda şer ê yewnanî wergirtiye.

Di dema Atînaya Klasîk bajêr bajar-dewletek bi hêz bû. Bajêr navendekî hûner, fêrbun û felsefeyê û mala Akademiya Platon û Lîkeyon Arîstoteles bû. Bajêr bi gelemperî wekî dergûşa şaristaniya rojavayî û cîhê jidayikbûna demokrasiyê tê binav kirin ku bi giranî ji ber bandora wê ya çandî û siyasî li ser parzemîna Ewropî nemaze Romaya Kevin. Di demên nûjen de, Atîna metropolekî mez...زیاتر بخوێنه‌وه‌

Atîna (bi yewnanî Αθήνα Athina), paytext û bajarê herî mezin ê Yewnanistanê ye ku bajarek xwedî deverek deryayî ye ku li deverê Deryaya Navîn hatiye avakirin. Bi nifûsa deverên bajarî ku ji 3 milyonê zêdetir e, bajêr bi devera bajarî dibe heştem bajarê herî mezin ê Yekîtiya Ewropayê. Atîna bajarê serdest û serbajarê herêma Atîkayê ye û yek ji kevintirîn bajarên cîhanê ye ku bi dîroka bajêr a tomarkirî ji 3.400 salan kevintir e. Hebûna mirovan ê pêşîn a bajêr di navbera hezarsalên 11 û 7 b.z. de dest pê dike. Bajêr xwe ji xwedawenda şer ê yewnanî wergirtiye.

Di dema Atînaya Klasîk bajêr bajar-dewletek bi hêz bû. Bajêr navendekî hûner, fêrbun û felsefeyê û mala Akademiya Platon û Lîkeyon Arîstoteles bû. Bajêr bi gelemperî wekî dergûşa şaristaniya rojavayî û cîhê jidayikbûna demokrasiyê tê binav kirin ku bi giranî ji ber bandora wê ya çandî û siyasî li ser parzemîna Ewropî nemaze Romaya Kevin. Di demên nûjen de, Atîna metropolekî mezin ê kozmopolît û navendî ye ku bajêr bûye bajarê jiyana aborî, darayî, pîşesazî, deryayî, siyasî û çandî ya Yewnanîstanê. Di sala 2023an de, qada metropolê ya Atînayê û şaredariyên derdora wê (ku ji qada herêmî ya Atîkayê pêk tê) bi qasî 3,8 milyon nifûsa herêmê hatiye tomarkirin.

Mîrata Serdema Klasîk hêj jî li bajêr diyar e ku ji hêla abîdeyên kevnar û karên hunerî ve têne temsîl kirin ku ji hemîyan navdartirîn Parthenon e ku wekî nîşanek bingehîn a şaristaniya rojavayî ya pêşîn tê dîtin. Dema ku bingeha bajarî ya dîrokî hêmanên domdariyê di nav hezarsalên dîroka xwe de vedihewîne, li bajêr di heman demê de hêjmarek piçûk avahiyên Romayî û Bîzansî hene. Li Atînayê du şûnwarên Mîrateyên Cîhanê yên UNESCOyê hene ku ev Akropolîsa Atînayê û Dêra Dapnî ya ku ji serdema navîn ve mane. Nîşaneyên serdema nûjen ku ji damezrandina Atînayê wekî paytexta dewleta serbixwe ya Yewnanîstanê di sala 1834an de vedigere, Parlamentoya Helenî û Trilogiya Mîmarî ya Atînayê ku ji Pirtûkxaneya Neteweyî ya Yewnanîstanê, Zanîngeha Neteweyî û Kapodîstriyan ya Atînayê û Akademiya Atînayê pêk tên. Li bajêr di heman demê de gelek muze û saziyên çandî, wek Muzexaneya Arkeolojîk a Neteweyî ku koleksiyona herî mezin a kevnariyên kevnar ên Yewnanîstanê, Muzexaneya Akropolîs, Muzexaneya Hunera Kîkladîk, Muzexaneya Benakî û Muzexaneya Bîzansî û Xiristiyanî hene. Atîna di sala 2016an de tevlî Tora Gerdûnî ya Bajarên Fêrbunê ya UNESCO bûye.

Where can you sleep near Atîna ?

Booking.com
489.799 visits in total, 9.196 Points of interest, 404 Destinations, 50 visits today.