Atîna (bi yewnanî Αθήνα Athina), paytext û bajarê herî mezin ê Yewnanistanê ye ku bajarek xwedî deverek deryayî ye ku li deverê Deryaya Navîn hatiye avakirin. Bi nifûsa deverên bajarî ku ji 3 milyonê zêdetir e, bajêr bi devera bajarî dibe heştem bajarê herî mezin ê Yekîtiya Ewropayê. Atîna bajarê serdest û serbajarê herêma Atîkayê ye û yek ji kevintirîn bajarên cîhanê ye ku bi dîroka bajêr a tomarkirî ji 3.400 salan kevintir e. Hebûna mirovan ê pêşîn a bajêr di navbera hezarsalên 11 û 7 b.z. de dest pê dike. Bajêr xwe ji xwedawenda şer ê yewnanî wergirtiye.
Di dema Atînaya Klasîk bajêr bajar-dewletek bi hêz bû. Bajêr navendekî hûner, fêrbun û felsefeyê û mala Akademiya Platon û Lîkeyon Arîstoteles bû. Bajêr bi gelemperî wekî dergûşa şaristaniya rojavayî û cîhê jidayikbûna demokrasiyê tê binav kirin ku bi giranî ji ber bandora wê ya çandî û siyasî li ser parzemîna Ewropî nemaze Romaya Kevin. Di demên nûjen de, Atîna metropolekî mez...زیاتر بخوێنهوه
Atîna (bi yewnanî Αθήνα Athina), paytext û bajarê herî mezin ê Yewnanistanê ye ku bajarek xwedî deverek deryayî ye ku li deverê Deryaya Navîn hatiye avakirin. Bi nifûsa deverên bajarî ku ji 3 milyonê zêdetir e, bajêr bi devera bajarî dibe heştem bajarê herî mezin ê Yekîtiya Ewropayê. Atîna bajarê serdest û serbajarê herêma Atîkayê ye û yek ji kevintirîn bajarên cîhanê ye ku bi dîroka bajêr a tomarkirî ji 3.400 salan kevintir e. Hebûna mirovan ê pêşîn a bajêr di navbera hezarsalên 11 û 7 b.z. de dest pê dike. Bajêr xwe ji xwedawenda şer ê yewnanî wergirtiye.
Di dema Atînaya Klasîk bajêr bajar-dewletek bi hêz bû. Bajêr navendekî hûner, fêrbun û felsefeyê û mala Akademiya Platon û Lîkeyon Arîstoteles bû. Bajêr bi gelemperî wekî dergûşa şaristaniya rojavayî û cîhê jidayikbûna demokrasiyê tê binav kirin ku bi giranî ji ber bandora wê ya çandî û siyasî li ser parzemîna Ewropî nemaze Romaya Kevin. Di demên nûjen de, Atîna metropolekî mezin ê kozmopolît û navendî ye ku bajêr bûye bajarê jiyana aborî, darayî, pîşesazî, deryayî, siyasî û çandî ya Yewnanistanê. Di sala 2023an de, qada metropolê ya Atînayê û şaredariyên derdora wê (ku ji qada herêmî ya Atîkayê pêk tê) bi qasî 3,8 milyon nifûsa herêmê hatiye tomarkirin.
Mîrata Serdema Klasîk hêj jî li bajêr diyar e ku ji hêla abîdeyên kevnar û karên hunerî ve têne temsîl kirin ku ji hemîyan navdartirîn Parthenon e ku wekî nîşanek bingehîn a şaristaniya rojavayî ya pêşîn tê dîtin. Dema ku bingeha bajarî ya dîrokî hêmanên domdariyê di nav hezarsalên dîroka xwe de vedihewîne, li bajêr di heman demê de hêjmarek piçûk avahiyên Romayî û Bîzansî hene. Li Atînayê du şûnwarên Mîrateyên Cîhanê yên UNESCOyê hene ku ev Akropolîsa Atînayê û Dêra Dapnî ya ku ji serdema navîn ve mane. Nîşaneyên serdema nûjen ku ji damezrandina Atînayê wekî paytexta dewleta serbixwe ya Yewnanistanê di sala 1834an de vedigere, Parlamena Helenî û Trilogiya Mîmarî ya Atînayê ku ji Pirtûkxaneya Neteweyî ya Yewnanistanê, Zanîngeha Neteweyî û Kapodîstriyan ya Atînayê û Akademiya Atînayê pêk tên. Li bajêr di heman demê de gelek muzexane û saziyên çandî, wek Muzexaneya Arkeolojîk a Neteweyî ku koleksiyona herî mezin a kevnariyên kevnar ên Yewnanistanê, Muzexaneya Akropolîs, Muzexaneya Hunera Kîkladîk, Muzexaneya Benakî û Muzexaneya Bîzansî û Xiristiyanî hene. Atîna di sala 2016an de tevlî Tora Gerdûnî ya Bajarên Fêrbunê ya UNESCO bûye.
Kevintirîn hebûna mirovî ya naskirî ya li Atînayê Şikefta Şist e ku di navbera hezarsala 11an û 7an b.z. de hatiye çêkirin.[1] Atîna herî kêm 5.000 sal e (3000 BZ) ku bi berdewamî bûye wargeha mirovî.[2] Di sala 1400ê b.z. de wargeh dibe navendek girîng a şaristaniya Mîkenan û Akropolîs cîhê kelehek girîng a Mîkenan bû ku bermahiyên wê ji beşên dîwarên taybet ên Kîklopan têne nas kirin. Berevajiyê navendên din ên Mîkenan, mîna Mîkenan û Pîlos, nayê zanîn ka Atîna li dor 1200 ê b.z. de wêran bûye yan na ku bûyerek ku pir caran bi êrişên Doriyan ve tê hesibandin û Atînayan her gav digotin ku ew Îyonî bûn ku hêmanek Doriyan tune. Atîna mîna gelek niştecîhên din ên Serdema bronzî, piştî 150 salan ber bi kêmbûna aborî ve çû.
Gorên Serdema Hesin ê li Kerameyikos û cihên din bi gelemperî bi dewlemendî têne peyda kirin û destnîşan dikin ku ji 900 salên b.z. û pê ve Atîna yek ji navendên pêşeng ên bazirganî û dewlemendiyê li herêmê bû. Dibe ku pozîsyona pêşeng a Atînayê ji cîhana bajêr ya navendî ya li cîhana yewnanî, keleha bajêr ya ewledar a li ser Akropolê û gihîştina wê ya ber bi deryayê ve hatibe encamdan ku ji dijberên hundurîn ên wekî Tebes û Sparta re avantajekî xwezayî da ye.
Di sedsala şeşan ê b.z. de nerazîbûnên civakî yên berbelav dibe sedema reformên Solon. Ev reform dibe sedem ku rê li ber danasîna dawî ya demokrasiyê ji hêla Kleîsthen ve di sala 508 b.z. de bê vekirin. Atîna di vê demê de dibe xweyî hêzek deryayî ya girîng ku bi fîloyek mezin alîkariya serhildana bajarên Îyonî ya li dijî desthilatdariya persan dike. Di Şerên Yewnanî û Persan de Atînayê, bi Spartayê re, serkêşiya hevbendiya dewletên yewnanî kir ku di dawiyê de Persan paşve vegerand. Yewnaniyan li Marathonê di sala 490 sala b.z. de û li Salamîsê di 480 sala b.z. de Persan têk bir. Lêbelê vî yekê rê neda ku Atîna di nav salekê de du caran ji hêla Persan ve were dagirkirin. Piştî berxwedaneke mezin ê li Termopiyalê hêzên ku ji aliyê spartayî û yewnaniyên din ên bi serokatiya Qral Leonidas ve dihate koordînekir Boyotiya û Atîka ketin destê Persan.[3]
Dehsalên li pey wan wekî Serdema Zêrîn a demokrasiya Atînayê hate nas kirin ku di wê demê de Atîna bûye bajarê pêşeng ê Yewnana Kevnar û bi destkevtiyên xwe yên çandî bingehên şaristaniya Rojava danî. Nivîskarên şanogerê Eskîlyos, Sofoklês û Yorîpîdes, dîroknas Herodot û Tukîdîdes, bijîjk Hîpokrat û fîlozof Sokratês di vê demê de li Atînayê kar û hunera xwe pêş xistin.
Di nîvê sedsala 4ê b.z. de, padîşahiya bakurê yewnanî ya makedonî di karûbarên Atînayê de serdest bû. Di sala 338 ê b.z. de artêşên Filîpos II di Şerê Koreniyayê de hevalbendiyek hinek bajar-dewletên yewnanî ku di nav de Atîna û Tebes hebûn têk çûn. Piştre re di bin desthilatdariya Romayê de, Atîna ji ber dibistanên bajêr ên ku pir hatine pesin kirin, statûya bajarekî azad hate dayîn. Di sedsala duyemîn a piştî zayînê de, împeratorê Romayê Hadriyan ku bi xwe hemwelatiyek atînayî bû ferman da ku pirtûkxaneyek, salona werzîşê, avjeniyek ku hêj jî tê bikar anîn, çend perestgeh, (Perestgeha Olîmpiyan a Zeus) pîrozgeh û pirek were çêkirin ku fînansekirin û temam kirin ji aliyê împerator ve pêk hatiye.[4]
Di dawiya Antîka Dereng de, Atîna ji ber ku Heruliyan, Vîzgotan û Slavên Destpêkê, dibin sedema wêrankirina mezin a bajêr, Atîna piçûk dibe. Di vê serdemê de yekem dêrên ên xiristiyan li Atînayê têne çêkirin û Partenon û perestgehên din veguherine dêran. Niştecihbûna bajêr di nîvê duyem ê Serdema Bîzans a Navîn de, di sedsalên neh û deh piştê zayînê de, berfireh kir û di dema Seferên Xaçperestan de bi awayekî hêsan dewlemend bû ku ji bazirganiya Îtalyayê sûd werdigirt. Piştî Sefera Xaçperestan a Çarem Dukaya Atînayê hate damezrandin. Di sala 1458an de dema ku bajêr ji aliyê Împeratoriya Osmanî ve hate dagirkirin bajêr dikeve demeke dirêj a paşketinê.
Piştî Şerê Serxwebûnê yê Yewnanistanê û damezrandina Padîşahiya Yewnanî, Atîna di sala 1834an de wekî paytexta dewleta Yewnanî ya nû serbixwe hate hilbijartin. Piştî wêrankirina berfireh a ku di dema şerê serxwebûnê pêk hatiye, bajêr gelek piçûk dibe ku dibe wekê bajarokek ku bi qasî 4.000 kesan li bajêr jiyan kirine. Şêniyên bajêr di nav komek xaniyên li nêzîkî Akropolîsê dijiyan. Keyê yekem ê Yewnanistanê mîmar Stamatios Kleanthis û Eduard Schaubert peywirdar kir ku plansaziyek bajarî ya nûjen a ku ji bo paytexta dewletekê tê sêwirandin bikin.
Yekem plansaziya bajêr a nûjen ji sêgoşeya ku ji hêla Akropolîs, goristana kevnar a Kerameyikos û qesra nû ya padîşahê Bavyera (ku niha Parlamena Yewnanistanê tê de ye) pêk tê ku di navbera Atînaya nûjen û kevnar de ye pêk hatiye. Neoklasîsîzm, bi şêwaza navneteweyî ya ku şêwaza vê serdemê ye sêwirandina bajêr ji aliyê mîmarên fransî û yewnanî yên wekî Hansen, Klenze, Boulanger yan Kaftantzoglou yekem avahiyên gelemperî yên girîng ên paytexta nû hate sêwirandin.
^ "Οι πρώτοι... Αθηναίοι | πολιτισμος | ethnos.gr". web.archive.org. 21 tîrmeh 2011. Ji orîjînalê hat arşîvkirin li 21 tîrmeh 2011. Roja wergirtinê: 12 hezîran 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (link) ^ Tung, Anthony M. (2001). Preserving the world's great cities : the destruction and renewal of the historic metropolis. Internet Archive. New York : Three Rivers Press. ISBN 978-0-517-70148-5. ^ Lewis, John David (25 kanûna paşîn 2010). Nothing Less than Victory: Decisive Wars and the Lessons of History (bi îngilîzî). Princeton University Press. ISBN 978-1-4008-3430-3. ^ Kouremenos, Anna (1 kanûna paşîn 2022). "(2022) "The City of Hadrian and not of Theseus": a cultural history of Hadrian's Arch". In A. Kouremenos (Ed.) The Province of Achaea in the 2nd Century CE. Routledge.
بۆچوونێکی نوێ بنووسه