Mizgefta Hacî Et'hem Bey (bi albanî: Xhamia e Haxhi Et'hem Beut) mizgeftek li Tirana, Albanya ye. Mizgefta ku di bin desthilatdariya komunîst de hat girtin, di sala 1991-an de ji nû ve wek îbadetxane hat vekirin. Bê destûr ji rayedaran, 10,000 kes beşdar bûn û polîsan mudaxele nekir. Freskoyên li derve û di portîkê de dar, şemal û piran nîşan didin.
بۆچوونێکی نوێ بنووسه