九龍寨城

( Kowloon Walled City )

Kowloon Walled City anku Bajarê Bisûr ê Kowloon (bi çînî: 九龍城寨, bi tîpguhêziya pinyin: Jiǔlóng Zhàichéng, bi tîpguhêziya jyutping: Gau2lung4 Zaai6Sing4) cihwarekî bêserûber û bi qelebalix bû ku li navçeya Kowloon City ya Hong Kongê bû.

Bi eslê xwe bîrceke leşkerî ya çînî bû ku dora wê bi dîwar ve hatibû dorpêçkirin. Piştî ku Herêmên Nû ji hêla Çînê ve di 1898an de ji Brîtanya Mezin re hatin kirêkirin, bajarê dîwar bû cihekî niştecîbûnê. Hejmara nîştecihan pîştî Şerê Cîhanî yê Duyem zêde bû û di sala 1990î de, bajarokê nêzîkê 50.000 mirov di nav sînorên xwe yên 2,6 hektar de bicîh kir . Bajar ji salên 1950an heya 1970an ji hêla triad û mafya herêmî ve hate kontrolkirin, bajar bû navendeke bilind a leşfiroşî, qumarleyîstin û tiryakê.

Di meha kanûna paşîn a 1987an de, hikûmeta Hong Kongê planên hilweşandina bajêr ragihand. Piştî pêvajoyek valakirina xedar, hilweşandin di adara 1993an de dest pê kir û di nîsana 1994an de qediya. Kowloon ...زیاتر بخوێنه‌وه‌

Kowloon Walled City anku Bajarê Bisûr ê Kowloon (bi çînî: 九龍城寨, bi tîpguhêziya pinyin: Jiǔlóng Zhàichéng, bi tîpguhêziya jyutping: Gau2lung4 Zaai6Sing4) cihwarekî bêserûber û bi qelebalix bû ku li navçeya Kowloon City ya Hong Kongê bû.

Bi eslê xwe bîrceke leşkerî ya çînî bû ku dora wê bi dîwar ve hatibû dorpêçkirin. Piştî ku Herêmên Nû ji hêla Çînê ve di 1898an de ji Brîtanya Mezin re hatin kirêkirin, bajarê dîwar bû cihekî niştecîbûnê. Hejmara nîştecihan pîştî Şerê Cîhanî yê Duyem zêde bû û di sala 1990î de, bajarokê nêzîkê 50.000 mirov di nav sînorên xwe yên 2,6 hektar de bicîh kir . Bajar ji salên 1950an heya 1970an ji hêla triad û mafya herêmî ve hate kontrolkirin, bajar bû navendeke bilind a leşfiroşî, qumarleyîstin û tiryakê.

Di meha kanûna paşîn a 1987an de, hikûmeta Hong Kongê planên hilweşandina bajêr ragihand. Piştî pêvajoyek valakirina xedar, hilweşandin di adara 1993an de dest pê kir û di nîsana 1994an de qediya. Kowloon Walled City Park di kanûna pêşîn a 1995an de hate vekirin. Hin berhemên dîrokî yên li bajêr li vir hatine parastin, tê de bermahiyên avahiya yamen û deriyê başûr jî hene.

Photographies by:
Ian Lambot - CC BY-SA 4.0
Ian Lambot - CC BY 4.0
Statistics: Position
495
Statistics: Rank
176633

بۆچوونێکی نوێ بنووسه‌

Esta pregunta es para comprobar si usted es un visitante humano y prevenir envíos de spam automatizado.

Security
439265718Click/tap this sequence: 8542

Google street view

Where can you sleep near Kowloon Walled City ?

Booking.com
489.986 visits in total, 9.198 Points of interest, 404 Destinations, 35 visits today.