Hollywood

Hollywood, herêmeke bajarê Los Angeles a Kalîforniyaya Dewletên Yekbûyî ye. Herêm li bakurê rojavayê navenda bajarê Los Angelesê cih digire. Hollywood, ji ber berhevdana studyoyên sînemayê û jibo xaniyên stêrkên fîlimê li vê herêmê ye, li hemî cîhanê wek wargehek sînemayê tê dîtin. Hollywood bi vê rengê cihekî bi nav û deng e.

Herêm, bi studyoyên şanoyê xwe û jiber ku navenda komên mezin ên fîlimê ye navdar e. Di sala 1911an de, yekemîn studyoya fîlimê Nestor Studios bû ev stûdyo li herêma Hollywoodê bicîh bû. Bi metonîmî, peyva Hollywood gelek caran pîşesaziya fîlimê ya Amerîkî wekî tevahî tê navnîş kirin.

Di 1853an de li Hollywoodê tenê kolikek kerpîç hebû. Sala 1870an civatek gundewarî li deverê bicih bû tê de nebatên cihêreng ên xwemalî çandin. Niştecihên herêmê jê re digotin Geliyê Cahuenga. Navê kolanê Bûlvara Cahuenga îro jî vê yekê tîne bîra mirov.[1]

 Stûdyoyên sînemayê Hollywoodê (1922)

Hollywood di sala 1886an de ji malbata Whitley navê xweyê niha stend. Wê demê, Harvey J. Whitley, ji Oklahoma koçber herêmê bû û piştre li vir dest bi karê danûstandina milkê kir. Herêm di sala 1900an de; xwediyê ofîsek poste, rojname, otêlek, du bazar û 500 rûniştevan bû. Di 14ê Çiriya Paşîn 1903an de, Hollywood ji bo ku bibe civakek serbixwe hilbijartinek lidarxistin di hilbijartinên de dengdana erênî derket û Hollywood civakek serbixwe hate nas kirin. Piştî heft salan di 1910an de, gelê Hollywoodê bi referandûmekî de jibo beşdarî ya Los Angelesê biryar da. Sedema sereke ya vê yekê gihîştina ava bajarê Los Angelesê bû.[2]

"History of Hollywood, California". www.u-s-history.com. Roja wergirtinê: 3 kanûna paşîn 2021. "History of Hollywood, California". www.u-s-history.com. Roja wergirtinê: 3 kanûna paşîn 2021.
Photographies by:
Statistics: Position
2647
Statistics: Rank
45945

بۆچوونێکی نوێ بنووسه‌

Esta pregunta es para comprobar si usted es un visitante humano y prevenir envíos de spam automatizado.

Security
645297138Click/tap this sequence: 9136

Google street view

Where can you sleep near Hollywood ?

Booking.com
490.230 visits in total, 9.200 Points of interest, 404 Destinations, 105 visits today.