Context of Tokyo

Tokyo (bi japonî: 東京, Tōkyō), paytext û bajarê herî qerebalix ê Japon e. Bajêr berê wekî Edo hatiye binavkirin. Qada metropolê ya Tokyoyê (bi parêzgehên cîran re ku 13,452 kîlomêtre çargoşe rûerd werdigire) qada metropola herî qerebalix ê cîhanê ye ku bi texmînî 37 milyon (2018) mirov li qada metropolê dijîn. Nifûsa parêzgeha Tokyoyê 13 milyon e û nifûsa navenda bajêr ku li 23 beşên taybet hatiye dabeşkirin 9 milyon e. Tokyo wekî navenda aborî ya Japon e û cihê hikûmeta japonî û Împaratoriya Japon e.

Di demên kevin de Tokyo gundekî masîgiran ê bi navê Edo bû. Dema ku bajêr dibe navenda Şogunata Tokugawaku, bajar di sala 1603an de ji hêla siyasî ve statûyek girîng bidest dixe. Di nîvê sedsala 18an de, Edo yek ji bajarên herî qerebalix ê cîhanê bû ku bi nifûsa bajêr ji milyonek zêdetir bû. Piştî Nûjenkirna Meiji ya 1868an, paytexta emperyal ji Kyotoyê derbasî bajarê Edoyê dibe û navê bajêr wek Tokyo tê guhertin. Tokyo di sala 1923an de ji aliyê Erdheja Kantō ya Me...زیاتر بخوێنه‌وه‌

Tokyo (bi japonî: 東京, Tōkyō), paytext û bajarê herî qerebalix ê Japon e. Bajêr berê wekî Edo hatiye binavkirin. Qada metropolê ya Tokyoyê (bi parêzgehên cîran re ku 13,452 kîlomêtre çargoşe rûerd werdigire) qada metropola herî qerebalix ê cîhanê ye ku bi texmînî 37 milyon (2018) mirov li qada metropolê dijîn. Nifûsa parêzgeha Tokyoyê 13 milyon e û nifûsa navenda bajêr ku li 23 beşên taybet hatiye dabeşkirin 9 milyon e. Tokyo wekî navenda aborî ya Japon e û cihê hikûmeta japonî û Împaratoriya Japon e.

Di demên kevin de Tokyo gundekî masîgiran ê bi navê Edo bû. Dema ku bajêr dibe navenda Şogunata Tokugawaku, bajar di sala 1603an de ji hêla siyasî ve statûyek girîng bidest dixe. Di nîvê sedsala 18an de, Edo yek ji bajarên herî qerebalix ê cîhanê bû ku bi nifûsa bajêr ji milyonek zêdetir bû. Piştî Nûjenkirna Meiji ya 1868an, paytexta emperyal ji Kyotoyê derbasî bajarê Edoyê dibe û navê bajêr wek Tokyo tê guhertin. Tokyo di sala 1923an de ji aliyê Erdheja Kantō ya Mezin 1923 ve û dîsa ji hêla bombebarankirina hevalbendan ve di dema Şerê Cîhanê yê Duyem de du caran wêran dibe. Di destpêka salên 1950an de, bajar di nav hewildanên nûavakirin û berfirehkirinek bilez de derbas dibe ku rê li ber aborî ya japonî vedike. Ji sala 1943an vir ve, Rêveberiya Bajarê Mezin a Tokyo beşên taybetî yên parêzgehê, bajarok û derdorên cihê yên li devera bajêr ya rojavayî û du zincîrên giravên derveyî ku wekî Giravên Tokyoyê têne zanîn birêve dibe.

Tokyo piştî New York City ji hêla dahata hilberîna navxweyî ve duyemîn mezintirîn aboriya bajarî yê li cîhanê ye û ji aliyê Gerdûnîbun û Tora Lêkolînê ya Bajarên Cîhanê ve wekî bajarek Alfa + hatiye kategorîzekirin. Di heman demê de bajêr navendek karsaziya sereke ya Japon e û wekî beşek ji herêma pîşesaziyê ye ku bajarên Yokohama, Kawasakî û Chibayê vedihewîne. Ji sala 2021an vir ve Tokyo malavaniya (mazûvanî) 37 pargîdaniyên Fortune Global 500 dike. Di sala 2020an de, bajar di rêza Îndeksa Navendên Aborî yên Gerdûnî de li pêy New York City, London û Şanghayê de di rêza çarem de ye. Tokyo malavaniya herî dirêjtirîn birca cîhanê, Tokyo Skytree û mezintirîn tesîsa veguheztina lehiyê ya binerdî ye ku Qenala Qada Metropolê ya Derveyî Binerdê (li Kasukabe, Saitama, derdorê Tokyo) li bajêr e. Xeta Metro Ginza ya Tokyoyê ku di sala 1927an de hatiye vekirin, li Asyaya Rojhilat xeta metroya herî kevn ê binê erdê ye. Tokyo wekî yek ji bajarên herî zindî yên cîhanê ku tê nas kirin, Tokyo bi Wellington re di Rêzeya Jînbûna Gerdûnî ya sala 2021an de di rêza çarem de bû.

Phrasebook

Ji kerema xwe ve
お願いします
Min bibore
すみません
Serçavan
どういたしまして
Înternet
インターネット
Destav
トイレ
Tuwalet li ku ye?
トイレはどこですか?
Bîra
ビール
Alîkarî!
ヘルプ!
Derî
入口
Derî
出口
Women
女性
Kişandin
引く

Where can you sleep near Tokyo ?

Booking.com
522.355 visits in total, 9.230 Points of interest, 405 Destinations, 451 visits today.