Context of Oslo

Oslo, paytext û bajarê herî qerebalix ê Norwêcê ye ku bajar hem ji wîlayetê û hem jî şaredariyê pêk tê. Li gorî daneyên sala 2022an nifûsa Şaredariya Oslo 709.037 kes, nifûsa devera mezin a bajêr 1.064.235 kes û nifûsa devera metropola Osloyê 1.546.706 kes e.

Di dema Serdema Vikingan de, herêm beşek Viken bû. Oslo di dawiya Serdema Vikingan de di sala 1040an de di bin navê Ánslo de wekî bajarek hatiye damezrandin û di 1048an de ji hêla Harald Hardrada ve wekî Kaupstad yan cihek bazirganiyê hate damezrandin. Bajar di sala 1070an de dibe pîskopos û di bin serweriya Haakon V ya Norwêcê de li dora 1300an dibe paytext. Piştî ku di sala 1624an de, di dema padîşah Christian IV de, bajêr ji hêla şewatek mezin ve hate şewitandin, bajarek nû li nêzî Keleha Akershusê hatiye avakirin. Bajarê nû ji bo rûmeta padîşah wekê Christiania hatiye binavkirin. Bajar di 1ê çileya sala 1838an de dibe şaredarî (formannskapsdistrikt). Bajar di navbera salên 1814 û 1905an de di navbera Swêd û Nor...زیاتر بخوێنه‌وه‌

Oslo, paytext û bajarê herî qerebalix ê Norwêcê ye ku bajar hem ji wîlayetê û hem jî şaredariyê pêk tê. Li gorî daneyên sala 2022an nifûsa Şaredariya Oslo 709.037 kes, nifûsa devera mezin a bajêr 1.064.235 kes û nifûsa devera metropola Osloyê 1.546.706 kes e.

Di dema Serdema Vikingan de, herêm beşek Viken bû. Oslo di dawiya Serdema Vikingan de di sala 1040an de di bin navê Ánslo de wekî bajarek hatiye damezrandin û di 1048an de ji hêla Harald Hardrada ve wekî Kaupstad yan cihek bazirganiyê hate damezrandin. Bajar di sala 1070an de dibe pîskopos û di bin serweriya Haakon V ya Norwêcê de li dora 1300an dibe paytext. Piştî ku di sala 1624an de, di dema padîşah Christian IV de, bajêr ji hêla şewatek mezin ve hate şewitandin, bajarek nû li nêzî Keleha Akershusê hatiye avakirin. Bajarê nû ji bo rûmeta padîşah wekê Christiania hatiye binavkirin. Bajar di 1ê çileya sala 1838an de dibe şaredarî (formannskapsdistrikt). Bajar di navbera salên 1814 û 1905an de di navbera Swêd û Norwêcê de bûye paytexta Norwêcê. Ji 1877an ve navê bajêr di nivîsên hikûmetê de wekê Kristiania hate nivîsandin. Di sala 1925an de piştî ku gundên bi navê Osloyê dikeve nava herêma bajarî, carek din navê bajêr wekê Oslo hatiye guhertin. Di sala 1948an de Oslo bi Aker, şaredariyek ku paytextê dorpêç dike û bajêr 27 qat mezintir dike ku bi vî rengî şaredariya Oslo ya nûjen a mezin derketiye holê.

Oslo navenda aborî û rêvebiriya Norwêcê ye û di heman demê de bajar navenda bazirganî, banqe, pîşesazî û barkêşiya Norwêcê ye. Oslo navendek girîng a pîşesaziyên deryayî û bazirganiya deryayî li Ewropayê ye. Bajar xwedan gelek pargîdaniyên di sektora deryayî de ye ku hinek ji wan di nav mezintirîn pargîdaniyên keştiyê yên cîhanê de ne. Oslo bajarekî pîlot a bernameya bajarên navçandî yên Konseya Ewropayê û Komîsyona Ewropayê ye.

Where can you sleep near Oslo ?

Booking.com
489.992 visits in total, 9.198 Points of interest, 404 Destinations, 41 visits today.