Context of Kamerûn
Kamerûn, welateke li naverasta Afriqa ye. Cîranên Kamerûnê; Gînea Rojbendî, Gabon, Komara Kongo, Komara Efrika Navend, Çad û Nîjerya ne. Zimanên fermî yên Kamerûnê Îngilizî û Frensî ye. Serbajara wê Yaounde ye. Bajarên mezintirîn Douala, Yaounde û Garoua ne. Nifûs jî nêzî 21.000.000 e. %31ê nifusê Zozanıiyên Kamerûnê ye, %19 Bantû, %11 Kirdî, %10 Fulanî û %7 jî Nîgritên Rojava ne. Pirraniya gel Xiristiyan e (%40 Katolîk û %30 Protestan), lê hin Misilman (%10) jî hene. 10 herêmên xweser (anku otonom) hene.