France
FransaContext of Fransa
Fransa yan jî Komara Fransî, (bi fransî: France, /fʁɑ̃s/) yan jî (République Française, xwendin: /ʁepyblik fʁɑ̃sɛz/) welatek navparzemînî ye ku li Ewropayê Rojava û herêm û deverên derveyî yên li Amerîka û Okyanûsa Atlantîk, Pasîfîk û Okyanûsa Hindî vedigire. Qada wê ya metropolê ji Rhine heta Okyanûsa Atlantîk û ji Deryaya Navîn heta Qenala îngîlîzî û Deryaya Bakur dirêj dibe. Herêmên dervayê Guyana Fransî li Amerîkaya Başûr, Saint Pierre û Miquelon li Atlantîka Bakur, Hindistanên Rojavayê Frensî û gelek giravên li Okyanûsa û Okyanûsa Hindî hene. Ji ber gelek deverên xwe yên peravê Fransayê hene, xwediyê devera herî mezin a aborî ya taybet a cîhanê ye. Fransa li parzemîna Ewropayê bi Belçîka, Luksemburg, Almanya, Swîsre, Monako, Îtalya, Andorra, Spanya Holenda, Sûrînam û Brezîl li Amerîka bi navgîniya deverên xwe yên derveyî li Guyana Fransî û Saint Martin re sînorên xwe parvedike. Hijdeh herêmên wê yên entegre (pênc ji wan li derveyî welat in...زیاتر بخوێنهوه
Fransa yan jî Komara Fransî, (bi fransî: France, /fʁɑ̃s/) yan jî (République Française, xwendin: /ʁepyblik fʁɑ̃sɛz/) welatek navparzemînî ye ku li Ewropayê Rojava û herêm û deverên derveyî yên li Amerîka û Okyanûsa Atlantîk, Pasîfîk û Okyanûsa Hindî vedigire. Qada wê ya metropolê ji Rhine heta Okyanûsa Atlantîk û ji Deryaya Navîn heta Qenala îngîlîzî û Deryaya Bakur dirêj dibe. Herêmên dervayê Guyana Fransî li Amerîkaya Başûr, Saint Pierre û Miquelon li Atlantîka Bakur, Hindistanên Rojavayê Frensî û gelek giravên li Okyanûsa û Okyanûsa Hindî hene. Ji ber gelek deverên xwe yên peravê Fransayê hene, xwediyê devera herî mezin a aborî ya taybet a cîhanê ye. Fransa li parzemîna Ewropayê bi Belçîka, Luksemburg, Almanya, Swîsre, Monako, Îtalya, Andorra, Spanya Holenda, Sûrînam û Brezîl li Amerîka bi navgîniya deverên xwe yên derveyî li Guyana Fransî û Saint Martin re sînorên xwe parvedike. Hijdeh herêmên wê yên entegre (pênc ji wan li derveyî welat in) li qadeke hevgirtî ya 643.801 km² vedigire û li gorî daneyên gulana sala 2021an zêdetirî 67 mîlyon kes li Fransa û li herêmên wî dijîn. Fransa komarek nîv-serokatî ya yekgirtî ye ku paytexta wî bajarê Parîs e. Bajarê Parîsê bajarê herî mezin ê Fransayê ye û navenda çandî û bazirganî ya sereke ye. Deverên din ên bajarî yên sereke Marseille, Liyon, Toulouse, Lille, Bordeaux û bajarê Niceê ye.
More about Fransa
- Currency Ewro
- Native name France
- Calling code +33
- Internet domain .fr
- Speed limit 130
- Mains voltage 400V/50Hz
- Democracy index 7.99
- Population 68373433
- Area 643801
- Driving side right
Di dawiya Serdema Kevnare de, Galiya kevnar li çend padîşahiyên Almanî û herêmek Gallo-Romî ya mayî, ku wekî Padîşahiya Syagrius tê zanîn, hate dabeş kirin. Di heman demê de, Brîtanîyên Keltî ku ji rûniştgeha Anglo-Sakson a Brîtanyayê ku direvin, li beşa rojavayê Armorica bicih dibin. Di encamê de, nîvgirava Armorican hate guherandin û navê nîvgiravê wekî Brittany hate guhertin, çanda Keltîk hate vejandin û padîşahiyan piçûk ên serbixwe li herêmê hatin demazirandin.
Yekemîn rêberê ku dibe padîşahê hemû Frankan Clovis I ye ku di sala 481ê de dest bi serweriya xwe kir û di sala 486an de hêzên paşîn ên waliyên Romayê yên parêzgehê têk bir. Clovis başûrê rojava ji Visigoths vegerand, di sala 508an de hate imad kirin û xwe wekî mîrê Almanyaya Rojava îlan kir.
Clovis I piştî hilweşîna Împaratoriya Romayê yekem fetihkarê Almanan e ku ji Arianîzmê, ji Xirîstiyaniya Katolîk derdikeve. Bi vî awayî ki aliyê papatiyê ve sernavê "Keça Mezin a Dêrê" (bi fransî: La fille aînée de l'Église) li Fransayê hate dayîn û ji padîşahên Fransî re jî "Padîşahên Herî Xiristiyan ên Fransayê" (Rex Christianissimus) dihate gotin.
...زیاتر بخوێنهوهDi dawiya Serdema Kevnare de, Galiya kevnar li çend padîşahiyên Almanî û herêmek Gallo-Romî ya mayî, ku wekî Padîşahiya Syagrius tê zanîn, hate dabeş kirin. Di heman demê de, Brîtanîyên Keltî ku ji rûniştgeha Anglo-Sakson a Brîtanyayê ku direvin, li beşa rojavayê Armorica bicih dibin. Di encamê de, nîvgirava Armorican hate guherandin û navê nîvgiravê wekî Brittany hate guhertin, çanda Keltîk hate vejandin û padîşahiyan piçûk ên serbixwe li herêmê hatin demazirandin.
Yekemîn rêberê ku dibe padîşahê hemû Frankan Clovis I ye ku di sala 481ê de dest bi serweriya xwe kir û di sala 486an de hêzên paşîn ên waliyên Romayê yên parêzgehê têk bir. Clovis başûrê rojava ji Visigoths vegerand, di sala 508an de hate imad kirin û xwe wekî mîrê Almanyaya Rojava îlan kir.
Clovis I piştî hilweşîna Împaratoriya Romayê yekem fetihkarê Almanan e ku ji Arianîzmê, ji Xirîstiyaniya Katolîk derdikeve. Bi vî awayî ki aliyê papatiyê ve sernavê "Keça Mezin a Dêrê" (bi fransî: La fille aînée de l'Église) li Fransayê hate dayîn û ji padîşahên Fransî re jî "Padîşahên Herî Xiristiyan ên Fransayê" (Rex Christianissimus) dihate gotin.
Frankan çanda xirîstiyan a gallo-romî wergirt û Galiya kevnar di dawiyê wekî Francia ("Welatê Frankan") hate binavkirin. Frenkên elmanî, ji xeynî li Gauliya bakur ku li wir niştecihên Romayî kêm zêde bûn û zimanên elmanî lê derketin, zimanên romanî pejirandibûn. Clovis bajarê Parîsê wek paytexta û xanedana Merovîng ava kir lê padîşahiya wî piştî mirina wî bidawî bû. Frankan erdê xwe bi tenê wekî milkek taybet dihesibandin û di nav mîrateyên xwe de parve dikirin, ji ber vê yekê çar padîşahî ji yên Clovis wekî Parîs, Orléans, Soissons, û Rheims derketine holê. Padîşahên Merovîng ên paşîn desthilatdariya şaredarên xwe yên qesrê (serokê malê) winda kirin.Yek ji şaredarê qesrê, Charles Martel, di Şerê Tours (732) de êrîşek Emewiyan a Galî têk bir û di nav padîşahiya Frankiyan de rêz û hêz wergirt. Kurê wî, Pepinê Kurt, taca Francia ji Merovîngiyên qelsbûyî girt û xanedana Karolîngiyan ava kir. Kurê Pepin, Charlemagne, padîşahiya Frankish ji nû ve li hev kir û li seranserê Ewropaya Rojava û Ewropaya Navendî împaratoriyek mezin ava kir.