Context of Bûtan (dewlet)

Bûtan, (bi zimanê dzongkha: འབྲུག་ཡུལ་, Druk Yul, bi fermî Keyaniya Bûtanê) welatekî bejahî ye li Asyaya Başûr. Paytext û bajarê herî mezin Thimphu ye.

Ew li Rojhilatê çiyayên Himalaya, di navbera Çîn (li bakur) û Hindistanê (li başûr) de ye. Wek welatekî çiyayî, Bûtan wekî "Druk Yul," an "Welatê Ejdehayê Gûrgûrê" tê zanîn. Nepal û Bengladeş li nêzîkê Bûtanê ne, lê sînorê wan ê hevpar nîne. Nifûsa welat ji 727,145 zêdetir e û axa wê digihêje 38,394 kîlometre çargoşe. Di warê rûbera axê de di rêza 133emîn de ye û di nifûsê de rêza 160emîn digire. Bûtan keyîtiyek demokratîk a bi destûrek bingehîn e, lewra padîşah wekî serokê dewletê û serokwezîr jî wekî serokê hikûmetê tê dîtin. Budîzma Mahayana û Vajrayana ola dewletê ye û Je Khenpo serokê ola dewletê ye.

More about Bûtan (dewlet)

Basic information
  • Calling code +975
  • Internet domain .bt
  • Mains voltage 230V/50Hz
  • Democracy index 5.71
Population, Area & Driving side
  • Population 807610
  • Area 38394
  • Driving side left
مێژوو
  • Bûtan û Tîbetê cîran belavbûna bûdîzmê tecrûbir kirin, ya ku bi rêya Gautama Buddha li parzemîna Hindistanê derket holê û belaw bû. Di hezarsala yekem de, dibistana Vajrayana ya Budîzmê ji başûrê Împeratoriya Pala ya Bengalê ve derbasî Bûtanê bû. Di sedsala 16an de, Ngawang Namgyal geliyên Bûtan di dewletek yekbûyî de kir yek. Namgyal sê êrîşên Tîbetan têk bir, dibistanên olî yên dijber bindest kir, pergala qanûnî ya Tsa Yig kod kir, û hukûmetek bi rêveberên teokratîk û sivîl ava kir. Namgyal bû yekem Zhabdrung Rinpoche û paşgirên wî wekî serokên giyanî yên Bhutan tevgeriyan, mîna Dalai Lama li Tîbetê.

    Di sedsala 17an de, Bûtan beşên mezin ên bakurê rojhilatê Hindistanê, Sikkim û Nepal kontrol kir; di Eyaleta Cooch Behar de jî bandorek girîng hebû.[1] Bûtan di sedsala 19an de di dema Şerê Bûtan de duarên Bengalê radestî Hindistana Brîtanî kir. Mala Wangchuck wekî padîşah derket holê û têkiliyên nêzîktir bi hêzên Brîtanî re peyda kir. Di sala 1910an de, peymanekê şîreta Brîtanî di siyaseta derve ya welêt de garantî kir. Wek berdêl otonomiya navxweyî ya Bûtan hate parastin. Rêkeftin di bin peymanek nû ya bi Hindistanê re di sala 1949an de (ya ku li Darjeeling hate îmzekirin) berdewam kir û tê de her du welatan serweriya hev nas kirin. Bûtan di sala 1971an de tevlî Neteweyên Yekbûyî bû. Ji wê demê ve têkiliyên xwe bi 55 welatan re berfireh kir. Her çiqas girêdayî artêşa Hindistanê be jî, Bûtan yekîneyên xwe yên leşkerî diparêze.

    Televîzyon bi 48 kanalan di sala 1999'an de hatiye vî welatî.

    ...زیاتر بخوێنه‌وه‌

    Bûtan û Tîbetê cîran belavbûna bûdîzmê tecrûbir kirin, ya ku bi rêya Gautama Buddha li parzemîna Hindistanê derket holê û belaw bû. Di hezarsala yekem de, dibistana Vajrayana ya Budîzmê ji başûrê Împeratoriya Pala ya Bengalê ve derbasî Bûtanê bû. Di sedsala 16an de, Ngawang Namgyal geliyên Bûtan di dewletek yekbûyî de kir yek. Namgyal sê êrîşên Tîbetan têk bir, dibistanên olî yên dijber bindest kir, pergala qanûnî ya Tsa Yig kod kir, û hukûmetek bi rêveberên teokratîk û sivîl ava kir. Namgyal bû yekem Zhabdrung Rinpoche û paşgirên wî wekî serokên giyanî yên Bhutan tevgeriyan, mîna Dalai Lama li Tîbetê.

    Di sedsala 17an de, Bûtan beşên mezin ên bakurê rojhilatê Hindistanê, Sikkim û Nepal kontrol kir; di Eyaleta Cooch Behar de jî bandorek girîng hebû.[1] Bûtan di sedsala 19an de di dema Şerê Bûtan de duarên Bengalê radestî Hindistana Brîtanî kir. Mala Wangchuck wekî padîşah derket holê û têkiliyên nêzîktir bi hêzên Brîtanî re peyda kir. Di sala 1910an de, peymanekê şîreta Brîtanî di siyaseta derve ya welêt de garantî kir. Wek berdêl otonomiya navxweyî ya Bûtan hate parastin. Rêkeftin di bin peymanek nû ya bi Hindistanê re di sala 1949an de (ya ku li Darjeeling hate îmzekirin) berdewam kir û tê de her du welatan serweriya hev nas kirin. Bûtan di sala 1971an de tevlî Neteweyên Yekbûyî bû. Ji wê demê ve têkiliyên xwe bi 55 welatan re berfireh kir. Her çiqas girêdayî artêşa Hindistanê be jî, Bûtan yekîneyên xwe yên leşkerî diparêze.

    Televîzyon bi 48 kanalan di sala 1999'an de hatiye vî welatî.

     Nexşeya Bûtanê (bi fransî ye)^ "The brief supremacy of a mountain kingdom". DNA India (bi îngilîzî). Roja wergirtinê: 18 kanûna pêşîn 2022.
    Read less

Where can you sleep near Bûtan (dewlet) ?

Booking.com
489.190 visits in total, 9.196 Points of interest, 404 Destinations, 16 visits today.