Bajar

Bajar jî şar cihekê akincîbûna mirovan e ko himbizî ya akinciyên wê û avahiyan ji gundan û bajêrokan zêdetir e. Carina bajêrbûn an nebûna akincîgehekê bi rêya qanûnê dihêt diyar kirin. Li gelek welatên cîhanê bajêran navendeka bajêrî ya akincîbûnê ya serekî û hindek binbajêr an herêmên bajêrî û gund hene.

Bajêran deverên akincîbûnê, pîşesaziyê, karweriyê û kargêriyê hene. Li bajêran avahûyên akincîbûnê (xanî) û rê û cade, alavên gehandinê yên mîna qîtara bajêrî hene. Lêkoliîna liser bajêran babetê zanistekê bi navê cihnasiya mirovî anko erdnîgariya mirovî ye.