Türkiye
( Tirkiye )Context of Tirkiye
Tirkiye, Turkiya an jî Komara Tirkiyeyê (navê fermî bi tirkî: Türkiye Cumhuriyeti) welatekî Ewropayî-Asyayî ye ku li nîvgizirta Anatoliyayê li başûrê rohavaya Asyayê heta nîvgizirta Balkanê li başûrê rojhilata Ewropayê dikeve ye.
Tixûbên Tirkiyeyê bi heşt welatan re hene: Bulgaristan li bakurê rojavayê, Yewnanistan li rojavayê, Gurcistan li bakurê rojhilatê, Ermenistan, Îran û Komara Azerbaycanê li rojhilatê, Iraq û Sûriye li başûrê rojhilat û başûrê wê dikevin. Ew bi Deryaya Navîn li başûrê, Deryaya Egeyî li rojavayê û Deryaya Reş li bakurê tê dorpêç kirin. Deryaya Marmara jî li navbera xakên Tirkiyeyê dikeve. Ev derya wekî sînorê parzemîna Ewropayê û Asyayê tê hesibandin û bi vî awayî Tirkiyê welatekê du-parzemînî ye.