Kurdistan

Jim Gordon - CC BY 2.0 Shaun Dunphy - CC BY-SA 2.0 Teomancimit - CC BY-SA 3.0 Ara9979 - CC BY-SA 4.0 Ben Bender - CC BY-SA 3.0 Ben Bender - CC BY-SA 3.0 Ben Bender - CC BY-SA 3.0 Ben Bender - CC BY-SA 3.0 David Stanley from Nanaimo, Canada - CC BY 2.0 Nightstallion03 (talk) - CC BY 3.0 Carole Raddato from FRANKFURT, Germany - CC BY-SA 2.0 Sefer azeri - CC BY-SA 4.0 Dûrzan Cîrano - CC BY-SA 4.0 Alexander Naumov - CC BY 3.0 Fabienkhan - CC BY-SA 2.5 Արարատ Թրվանց - CC BY-SA 4.0 Navid Alizadeh Sadighi - CC BY-SA 4.0 Ben Bender - CC BY-SA 3.0 Beytullah eles - CC BY-SA 4.0 Dosseman - CC BY-SA 4.0 Carole Raddato from FRANKFURT, Germany - CC BY-SA 2.0 Ben Bender - CC BY-SA 3.0 Babak.alavi - CC BY-SA 4.0 Ben Bender - CC BY-SA 3.0 Fuad2006 - CC BY 2.5 Ben Bender - CC BY-SA 3.0 Teomancimit - CC BY-SA 3.0 uncredited - CC BY-SA 3.0 Ger Al Hamud Ser bahger - CC BY-SA 3.0 Navid Alizadeh Sadighi - CC BY-SA 4.0 Bernard Gagnon - CC BY-SA 3.0 Ben Bender - CC BY-SA 3.0 Carole Raddato from FRANKFURT, Germany - CC BY-SA 2.0 Teomancimit - CC BY-SA 3.0 Ben Bender - CC BY-SA 3.0 Klearchos Kapoutsis from Santorini, Greece - CC BY 2.0 Meysem - CC BY-SA 3.0 Teomancimit - CC BY-SA 3.0 Ben Bender - CC BY-SA 3.0 Ben Bender - CC BY-SA 3.0 Marcin Konsek - CC BY-SA 4.0 Jim Gordon - CC BY 2.0 Ben Bender - CC BY-SA 3.0 Ben Bender - CC BY-SA 3.0 Teomancimit - CC BY-SA 3.0 Carole Raddato from FRANKFURT, Germany - CC BY-SA 2.0 Ben Bender - CC BY-SA 3.0 Dosseman - CC BY-SA 4.0 Klearchos Kapoutsis from Santorini, Greece - CC BY 2.0 Teomancimit - CC BY-SA 3.0 Mehmetkrckrc - CC BY-SA 4.0 Carole Raddato from FRANKFURT, Germany - CC BY-SA 2.0 Ben Bender - CC BY-SA 3.0 Teomancimit - CC BY-SA 3.0 Carole Raddato from FRANKFURT, Germany - CC BY-SA 2.0 gozturk - CC BY 3.0 Teomancimit - CC BY-SA 3.0 Teomancimit - CC BY-SA 3.0 Teomancimit - CC BY-SA 3.0 Carole Raddato from FRANKFURT, Germany - CC BY-SA 2.0 Ben Bender - CC BY-SA 3.0 No images

Context of Kurdistan

Kurdistan (کوردستان; /kʊrdɪstɑːn/), welatekî jeoçandiyê li Rojhilata Navîn û li Asyaya Rojava ye ku piraniya nifûsa sereke ji kurdan pêk tê. Kurdistan cihwarek dîrokî ya kurda ye ku li Kurdistanê kurd bi çand, ziman û bi nasnameya xwe ya neteweyî li Kurdistanê jiyan kirine. Ji aliyê erdnîgarî ve Kurdistan bakurê rojavayê Zagrosê û rojhilatê çiyayên Torosan vedihewîne.

Kurdistan yan jî erdnîgariya kurdan di despêkê de piştê şerê osmanî û sefewîyan bi Peymana Qesrê Şirîn dibe du perçe û piştre jî piştî bi hilweşandina împaratoriya osmaniyan ve di navbera çar dewlet...زیاتر بخوێنه‌وه‌

Kurdistan (کوردستان; /kʊrdɪstɑːn/), welatekî jeoçandiyê li Rojhilata Navîn û li Asyaya Rojava ye ku piraniya nifûsa sereke ji kurdan pêk tê. Kurdistan cihwarek dîrokî ya kurda ye ku li Kurdistanê kurd bi çand, ziman û bi nasnameya xwe ya neteweyî li Kurdistanê jiyan kirine. Ji aliyê erdnîgarî ve Kurdistan bakurê rojavayê Zagrosê û rojhilatê çiyayên Torosan vedihewîne.

Kurdistan yan jî erdnîgariya kurdan di despêkê de piştê şerê osmanî û sefewîyan bi Peymana Qesrê Şirîn dibe du perçe û piştre jî piştî bi hilweşandina împaratoriya osmaniyan ve di navbera çar dewletên neteweperest ên ku li ser esasiyên yek-netewe hatine avakirin, di navbera dewletên Tirkiye, Sûrî, Îraq û Îranê de tê perçe kirin û bi van perçekirinan Kurdistan dibe çar perçe.

Piştî Peymana Lozanê erdnîgariya Kurdistan bi vê peymanê di navbera çar dewletên neteweperest de tê perçe kirin. Dewletên ku li ser esasiyên yek-netewe (mîlîtarîst) hatine avakirin, herêmên Kurdistanê ku di bin serweriyên wan de dimîne, ji aliyê van dewletan ve demografiya gelek bajar û gundên Kurdistanê bi neteweyên wekî tirk û ereban hatiye guhertin. Li ser van beşên Kurdistanê ku di bin serweriya van dewletên neteweperest de dimîne bi awayên tund zext û înkarkirin li ser ziman û çanda kurdan hatine meşandin.

Li gorî van parçebûnan di roja îro de çar perçeyên Kurdistanê wekê Bakurê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê, Rojhilata Kurdistanê û Rojavaya Kurdistanê hatine binavkirin.

More about Kurdistan

Basic information
  • Native name Kurdistan
Population, Area & Driving side
  • Population 28000000
  • Area 440000
مێژوو
  •   Gotara bingehîn: Dîroka Kurdistanê
     Berîzbûnê 63, Şahitî Kurdane: Korduene-Sophene

    Kurd yek ji gelên herî kevnar yên Mezopotamyayê û Zagrosê ne. Bi kêmayî ji Împeratoriya Medya û vir ve gelê kurd, cihekî girîng di dîroka şaristaniyê de girtiye. Şaristaniya ku li ser riyên bazirganiyê yên girîng hatiye avakirin, bi êrîşên Helen, Rom, Bîzans, Ereb, Îranî û paşiyê jî Osmanî re rû bi rû maye. Kurdan li hemberî van êrîşan bêwestan ji bo parastina serxwebûn û azadiyê li ber xwe dane; tevî hemû ferman û komkujiyên xwîndar jî, kevneşopiya berxwedanê, mîna yek ji nirxên herî girîng yê çand û toreya xwe dîtine û bi berhemên xwe yên gelî re ew dane jiyandinê.

    Gelê Kurdistanê bi sedan sal şêweyê rêxistinî yê civeka komunal, ku girêdana endaman ji nêzîkahiya xwînê pêk tê domand. Ev dirûvê rêxistinî ku mirov dikare wekî civakî-aborî binav bike, bi taybetî ji êl û eşîran pêk dihat û bingeha xwe ji koçertiyê digirt. Ji ber van taybetiyên civakî ye ku kurdan, ji dêla dewletek yekgirtî ku ji navendekê tê birêvebirin, mîrîtiyên piçûk sazkirine. Berxwedanên van mîrîtiyan li hember êrîşên dijwar yên biyaniyan lawaz mane û ew nikarîne li ser piyan bimînin.

    ...زیاتر بخوێنه‌وه‌
      Gotara bingehîn: Dîroka Kurdistanê
     Berîzbûnê 63, Şahitî Kurdane: Korduene-Sophene

    Kurd yek ji gelên herî kevnar yên Mezopotamyayê û Zagrosê ne. Bi kêmayî ji Împeratoriya Medya û vir ve gelê kurd, cihekî girîng di dîroka şaristaniyê de girtiye. Şaristaniya ku li ser riyên bazirganiyê yên girîng hatiye avakirin, bi êrîşên Helen, Rom, Bîzans, Ereb, Îranî û paşiyê jî Osmanî re rû bi rû maye. Kurdan li hemberî van êrîşan bêwestan ji bo parastina serxwebûn û azadiyê li ber xwe dane; tevî hemû ferman û komkujiyên xwîndar jî, kevneşopiya berxwedanê, mîna yek ji nirxên herî girîng yê çand û toreya xwe dîtine û bi berhemên xwe yên gelî re ew dane jiyandinê.

    Gelê Kurdistanê bi sedan sal şêweyê rêxistinî yê civeka komunal, ku girêdana endaman ji nêzîkahiya xwînê pêk tê domand. Ev dirûvê rêxistinî ku mirov dikare wekî civakî-aborî binav bike, bi taybetî ji êl û eşîran pêk dihat û bingeha xwe ji koçertiyê digirt. Ji ber van taybetiyên civakî ye ku kurdan, ji dêla dewletek yekgirtî ku ji navendekê tê birêvebirin, mîrîtiyên piçûk sazkirine. Berxwedanên van mîrîtiyan li hember êrîşên dijwar yên biyaniyan lawaz mane û ew nikarîne li ser piyan bimînin.

    Beriya Îslamiyetê ola kurdan, li gor hinek çavkaniyan Zerdeştî bû. Hinek ji zanayan jî mîna Tewfîq Wehbî dibêjin ku kurdan ola xwe ya ciyawaz hebûn. Piştî êrîşên ereban û belavbûna îslamiyetê, kurdan dev ji zerdeştiyê, ku yek ji olên yekxwedayî yê ji herî qedîman ya Rojhilata Navîn e berdan û îslamiyetê hilbijartin û bûn misilman.

     Nexşeya Kurdistanê ya Îbn Hewqal (sala 977an piştî zayînê)

    Li sedsalên yekem ên îslamiyetê da, ku erebên misilman eriş kirin ser Împeratoriya Sasanî, nivîskarên ereb wekî Îbn Nedim, behsa eşîr û hoz yên başûrê Zagrosê dikin. Ew nav wekî Hoz jî dihêt nivisandin û gotin. Hoz jî di zimanê kurdî de bi manaya malbat e, û weke Xêzan jî tê bi kar anîn. Navê kurd jî ku piştî bizir bûna eşir û Hoza ji aliyê nivîskarên ereb jibo gelê me hatiye bi kar anin, ayni manaye klan dide. Hînek ji bîrmendên kurd li ser wê baverê ne ku Kurdên îro, Hozên dema kevnar in, ku piştî îslamiyetê tevi leşkerên erebên misilman, berev (Kurdistana) bakûrê-rojava ketin rê u pişkek ji Anatolia ji romiyên xristiyan dagîr kirin u kirin axa xwe. Hoz navê gelê Elamiye, ku şaristaniyeta kevnara wan ji aliya Farisan u Asuriyên dijber hat ji nav birin, u li jêr nava Hozi jiyana koçerî li ser çiyayên başûr-rojhilata Kurdistanê girtin ber. Çavkaniyen ermeniyên kevnar jî kurdan weki mar qal dikin, ku di zimane wan da ba manayê mar e (mîna kurdî), u mar jî unsureke giring li ola Elamiyan bû.

    Êrîşên ser Rojava ya xiristiyanan yên bi navê Seferên Xaçperestan li ser Rojhilata Navîn, ku bi mebesta bidestxistina riyên bazirganiyê dihatin kirin, bi tekoşîn û berxwedanên mîrîtiyên kurdan û bi saya fermandarên kurd yên wekî Selehedînê Eyûbî hatin rawestandin. Berxwedana kurdan di vê demê de rê li ber dagirkeriya Rojhilata Navîn girtiye.

    Di sala 1514an de şerekî di navbera Împeratoriyên Osmanî û Îranî de dest pê kir. Tenha sedema vî şerî ew bû, ku kolonyalîstekî nû ji Kurdistanê re bê diyar kirin. Îran di vî şerî de têk çû û Kurdistan tev ket bin desthilatdariya Osmanî. Di vê rewşê de kurdan demekê mafê otonomî hebû û sîstema xwe bi xwe birêve dibirin. Di demên pêwist de kurdan bac û leşker didan Împeratoriya Osmanî û bi vî awayî kurd, demek dirêj di bin desthilatdariya vê împeratoriyê de man.

     Nexşeya ku Mehmûd Qeşqerî di pirtûka xwe Divânu Lügati't-Türk de xêz kirî. Li ser nexşeyê Erdu'l-Ekrad ("Axa Kurdan") lêkirî yê (sedsala 11em). Rojhilata Navîn (1883). Kerkûk ji aliyê Osmaniyan weke bajarekî Kurdistanê hatiye destnîşankirin

    Bi peymana Qesrî şîrîn ya 1639an, Kurdistan carek din di navbera van her du împeratoriyan de hate parvekirin. Bi vê peymanê re dîroka gelê kurd ya parvekirî, ku heya roja me didome dest pê kir. Tevahiya şerên ku piştî vê dirokê di navbera van herdu dagirkeran de rûdane, li ser xaka Kurdistanê bûne û ji ber vê sedemê, kîjan alî di van şeran de biserketibe, yê binketî her gelê Kurd bûye. Herdû dewletan jî, ji bo ku bikaribin serhildanên Kurdan têk bibin, bastûra (struktura) civakî-aborî ku li ser hîmên êli ava bûye, destek kirine û têkiliyên hilberiyê yên paşmayî tevî pergalên civakî yên eşîrî parastine. Yên ku bi şûr hatine, ji bo berdewamiya têkiliyên hilberiya raborî, hewl dane da ku çavkaniyên pêşvebirina şaristaniya Kurdan biçikînin; hêzên hilberînê wêran kirine û çavkaniyên pêşvebirinê, yên ku hebûne jî xitimandine.

    Di qirna 19an de ku kapîtalîzm ber bi navnetewebûnê ve bi pêş diket, hewldanên ji bo guherandina nexşeya cîhanê jî zêde dibûn. Hinekî jî bi bandora bizav û tevgerên azadiya neteweyî, Împaratoriya Osmanî ber bi hilweşîne ve rûbirû mabû. Herêma ku împeratorî bi Rojhilat û Asya ve girêdida Kurdistan bû û ji ber vê yekê jî Kurdistan qada herî stratejîk ya împaratoriyê bû. Ji bo cihê xwe yê stratejîk, hebûna Kurdan bala dewletên wê heyamê yên bi hêz dikişand ser xwe. Bi taybetî jî, projeyên Riya Hesinî ya Berlîn-Bexdayê ku diviyabû di Kurdistanê re derbas bibe, ev proje welat kir egera bihevketinên dijwar di navbera dewletên Osmanî, Brîtanî, Fransî, Almanî û Rûsî de.

    Statuya mêtingeha navneteweyî ya Kurdistana îroj, piştî gengêşî û peymana 18-26ê nîsana 1920an di Konferansa San Remo'de dest pê kir. Partiya "Îtihad û Tereqî" ku nijadkujiya Ermeniyan bi rêxistin kiribû û peyikandibû, Împaratoriya Osmanî xist nav şerê Cîhanê yê Yekemîn. Piştî ku Împaratoriya Osmanî, ya ku di vî şerî de ciyê xwe li gel Almanya digirt têk çû, derfet kete destê mirovahiyê ku tevahiya neynokên vê dewleta dagirker hilkişîne.

    Yek ji rêgezên sereke yê sosyalizmê ku li Ewrupa pêş diket û li Rûsya bûbû desthilatdar "rêgeza mafê diyarkirina çarenûsa neteweyan ya xwe bi xwe" bû. Sermayedariya li rojava ku ji hişyariya gelên rojhilat nerihet bû û dixwest wan di bin rêvebiriya xwe de bigre jî, xwedî li vê rêgezê derket. (Di prensîbên Wilson de ku bi Serokkomarê DYA Wilson hatiye binavkirin û ji 14 bendan pêk tê, heman rêgez cîh digre.) Belê, Peymana Sewrê, ya di 10ê tebaxa 1920an de, ku bû îlana belavbûna Împaratoriya Osmanî, di demek wiha dîrokî de pêk hate.

    Read less

Phrasebook

Slav
Slav
Dinya
Dinya
Silav dinya
Silav dinya
Spas dikim
Spas dikim
bi xatirê te
bi xatirê te
Erê
Erê
Na
Na
Tu çawa yî?
Tu çawa yî?
Baş spas
Baş spas
Çiqas e?
Çiqas e?
Sifir
Sifir
Yek
Yek

Where can you sleep near Kurdistan ?

Booking.com
487.376 visits in total, 9.187 Points of interest, 404 Destinations, 2 visits today.