Context of Kroatya

Kroatya yan jî Komara Kroatyayê, (bi kroatî: Hrvatska), welatekî li ser xaçerêya Ewropaya Navendî û li başûrê rojhilatê Ewropayê ye ku peravên deryayî ya welêt bi tevahî li ser Deryaya Adriyatîkê ye. Li bakurê rojava Slovenya, li bakurê rojhilat Mecaristan, li rojhilat bi Serbistan, li başûrê rojhilat bi Bosniya û Herzegovîna û Montenegro re hevsinor e û li rojava û başûrê rojava ve bi Îtalyayê re sinorê deryayî parve dike. Paytext û bajarê herî mezin bajarê Zagreb e ku bi bîst navçeyan yek ji beşên bingehîn ên welêt pêk tîne. Rûerd a Kroatya 56.594 kîlometre çargoşe erd vedigire û nifûsa welêt nêzîkê 3.9 milyon e.

Gelê kroatî di dawiya sedsala 6an de gihîştine Kroatyaya îro ku di wî demê Kroatya beşek ji Îlîryaya Romayê bû. Di sedsala 7an de herêm bi du dukayan hatiye organîze kirin. Kroatya yekem car di 7ê hezîrana sala 879an de di dema serdestiya Duk Branîmîr (rêveberên kroatî) de di qada navneteweyî de wekî welatek serbixwe hatiye nas kirin. Tomislav ...زیاتر بخوێنه‌وه‌

Kroatya yan jî Komara Kroatyayê, (bi kroatî: Hrvatska), welatekî li ser xaçerêya Ewropaya Navendî û li başûrê rojhilatê Ewropayê ye ku peravên deryayî ya welêt bi tevahî li ser Deryaya Adriyatîkê ye. Li bakurê rojava Slovenya, li bakurê rojhilat Mecaristan, li rojhilat bi Serbistan, li başûrê rojhilat bi Bosniya û Herzegovîna û Montenegro re hevsinor e û li rojava û başûrê rojava ve bi Îtalyayê re sinorê deryayî parve dike. Paytext û bajarê herî mezin bajarê Zagreb e ku bi bîst navçeyan yek ji beşên bingehîn ên welêt pêk tîne. Rûerd a Kroatya 56.594 kîlometre çargoşe erd vedigire û nifûsa welêt nêzîkê 3.9 milyon e.

Gelê kroatî di dawiya sedsala 6an de gihîştine Kroatyaya îro ku di wî demê Kroatya beşek ji Îlîryaya Romayê bû. Di sedsala 7an de herêm bi du dukayan hatiye organîze kirin. Kroatya yekem car di 7ê hezîrana sala 879an de di dema serdestiya Duk Branîmîr (rêveberên kroatî) de di qada navneteweyî de wekî welatek serbixwe hatiye nas kirin. Tomislav di sala 925an de dibe yekem keyê Kroatyayê ku welêt derdixe asta statûya keyaniyê. Di dema krîza peyrewiyê de piştî ku xanedana Trpimirović diqede, Kroatya di sala 1102an de bi Mecaristanê re yekîtiyek ava dike. Di sala 1527an de, li hember dagirkeriya osmaniyan, Meclîsa Kroatyayê Ferdînand I ê awistirî ji bo textê Kroatyayê hilbijartiye. Di cotmeha sala 1918an de li Zagrebê Dewleta Sloven, Kroat û Serbên serbixwe ji Awistirya-Mecaristanê veqetiyan û di kanûna pêşîn a sala 1918an de beşdarî Keyaniya Yûgoslavyayê dibin. Piştî dagirkirina Axîs ya Yûgoslavyayê ya di nîsana sala 1941an de, piraniya Kroatyayê beşdarî dewletek quklaya Dewleta Serbixwe ya Kroatyayê hatibû kirin ku ji aliyê naziyan ve hatibû avakirin. Tevgereke berxwedanê dibe sedema damezrandina Komara Sosyalîst a Kroatyayê ku piştî şer dibe endamê damezrîner û pêkhateya Komara Sosyalîst a Federal a Yûgoslavyayê. Di 25ê hezîrana sala 1991an de, Kroatya serxwebûna xwe radigihîne ku berê ragihandina serxwebûnê Şerê Serxwebûnê di heyamek çar salan de bi awayek serketî didomîne.

Kroatya komar û demokrasiyek lîberal a parlemanî ye. Welat endamê Yekîtiya Ewropayê, Herêma Ewro, Herêma Şengenê, NATO, Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropa, OSCE, Rêxistina Bazirganiya Cîhanî, yek ji endamên damezrînerê Yekîtiya ji bo Deryaya Navîn e û welêt niha di dema pêvajoya tevlîbûna OECDê de ye. Kroatya ku beşdarek çalakê di parastina aşitiyê ya Neteweyên Yekbûyî de ye ku bi serbazan beşdarî Hêza Alîkariya Ewlekariya Navdewletî bûye û ji bo dagirtina kursiyek nedaîmî di Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî de di serdema 2008-2009 de ji bo yekem car hatiye hilbijartin.

Kroatya welatek pêşketî ye ku xwedan aborîyek pêşketî ya dahata bilind e û di Îndeksa Pêşketina Mirovî de di rêza 40em de ye. Li gorî rêjeya Qatjimara Gînî yê welêt di nav 20 welatên cîhanê de cih digire lê newekheviya dahatê kêm e. Ji salên 2000an vir ve, hikûmeta Kroatyayê veberhênanên giran ji bo binesaziyê, nemaze rêyên veguheztinê û tesîsên li ser korîdorên Pan-Ewropî kiriye. Kroatya di destpêka sala 2020an de wekî pêşengek enerjiyê ya herêmî pêşketiye û bi navgîniya termînala gaza xwezayî ya şilkirî ya herikîn a li Girava Krkê, pargîdaniya LNG Hrvatska, beşdarî pirrengkirina dabînkirina enerjiyê ya Ewropayê dibe. Kroatya ewlehiya civakî, lênihêrîna tenduristiya gerdûnî û perwerdehiya seretayî û navîn a belaş pêk tîne û piştgirî dide saziyên giştî û veberhênanên pargîdaniyên di warê medya û weşanê de.

More about Kroatya

Basic information
  • Native name Hrvatska
  • Calling code +385
  • Internet domain .hr
  • Mains voltage 230V/50Hz
  • Democracy index 6.5
Population, Area & Driving side
  • Population 4784265
  • Area 56594
  • Driving side right
مێژوو
  • Pêşdîrok  Peykerê Kevoka Vučedolê ku ji salên 2800 û 2500 b.z. ma ye.

    Cihê Kroatyaya îro ji heyama pêşdîrokî vir ve bûye cihwarê mirovî. Fosîlên Neandertal ên ku ji serdema paleolîtîk a navîn e li bakurê Kroatya hatine dîtin li cihwarê Krapîna Neanderthalê hatiye dîtin.[1] Li hemû herêmê bermahiyên çandên neolîtîk û kalkolîtîk hatine dîtin. Rêjeya herî mezin a şûnwaran li geliyên bakurê Kroatyayê ye. Çanda herî girîng çandên Baden, Starçevo û Vučedol in.[2] Herêm di serdema hesinî malavaniya çanda Hallstatt a destpêkê ya Îlîrî û çanda La Tène ya Keltî kiriye.[3]

    Serdema kevnare

    Dema ku yekem koloniyên yewnanî li giravên Hvar, Korčula û Vis hatin damezrandin, li herêma Kroatyaya îro îlî û lîburî bicih bûne.[4] Di 9ê p.z. de, axa Kroatya ya îro bûye beşek ji Împeratoriya Romayê. Qeyser Diokletîan li herêmê bû. Piştî ku Diokletîan di sala 305an de teqawît dibe, dev textê berdide berdide, qesrek mezin li Splitê ava dike.[5]

    ...زیاتر بخوێنه‌وه‌
    Pêşdîrok  Peykerê Kevoka Vučedolê ku ji salên 2800 û 2500 b.z. ma ye.

    Cihê Kroatyaya îro ji heyama pêşdîrokî vir ve bûye cihwarê mirovî. Fosîlên Neandertal ên ku ji serdema paleolîtîk a navîn e li bakurê Kroatya hatine dîtin li cihwarê Krapîna Neanderthalê hatiye dîtin.[1] Li hemû herêmê bermahiyên çandên neolîtîk û kalkolîtîk hatine dîtin. Rêjeya herî mezin a şûnwaran li geliyên bakurê Kroatyayê ye. Çanda herî girîng çandên Baden, Starçevo û Vučedol in.[2] Herêm di serdema hesinî malavaniya çanda Hallstatt a destpêkê ya Îlîrî û çanda La Tène ya Keltî kiriye.[3]

    Serdema kevnare

    Dema ku yekem koloniyên yewnanî li giravên Hvar, Korčula û Vis hatin damezrandin, li herêma Kroatyaya îro îlî û lîburî bicih bûne.[4] Di 9ê p.z. de, axa Kroatya ya îro bûye beşek ji Împeratoriya Romayê. Qeyser Diokletîan li herêmê bû. Piştî ku Diokletîan di sala 305an de teqawît dibe, dev textê berdide berdide, qesrek mezin li Splitê ava dike.[5]

    Serdema navîn  Keyaniya Kroatyayê nêz. 925, di dema Key Tomislav de.

    Di sedsala 5an de, împeratorê Romaya Rojavayî ya dawî Julius Nepos piştî ku di sala 475an de ji Îtalyayê direve, li herêmek piçûk ji qesrê hikum dike.[6] Serdem bi êrişên Avar û Kroatan ê di dawiya sedsala 6an û nîvê yekem a sedsala 7an de û bi hilweşandina hema hema hemî bajarên Romayê bi dawî dibe. Romayiyên ku ji şer xwe rizgar dikin vedikişin cihên herêmên peravê, girav û çiyayên herêmê. Bajarê Dubrovnîkê ji aliyê kesên bi vî rengî ji Epidaurum rizgar bûne ve hatiye avakirin.[7]

    Etnogenesîsa kroatan ne diyar e. Teoriyeke din, teoriya slavî ye ku koçberiya kroatên spî ji krowatyaya spî di serdema koçê de pêşniyar dike. Teoriyeke din jî berevajiyê vê teoriyê, teoriya îranî ye ku eslê krowatan bi eslê xwe îranî pêşniyar dike ku li ser bingeha Tabletên Tanaisê ku nivîsên yewnanî yên kevnar ên bi navên Xορούαθος, Χοροάθος û Χορόαθος (Khoroúathos, Khoroáthos û Khoróathos) û şirovekirina wan wekî antroponîmên gelê krowatî hene.[8]

    Li gorî berhema De Administrando ku ji hêla împeratorê Bîzansê Konstantîn VII ve di sedsala 10an de hatiye nivîsandin, Kroat di nîvê yekem a sedsala 7an de piştî ku Avaran têk dibin, gihîştine parêzgeha Romayê ya Dalmatiyayê.[9][10][11] Lêbelê ev îdîa tê nîqaş kirin ku hîpotezên hevrikî ya bûyerê di navbera dawiya sedsalên 6an û destpêka sedsala 7an (serwerî) yan jî derengiya sedsala 8an û destpêka sedsala 9an (dorpêk) de vedibêjin lê daneyên arkeolojîk ên dawî destnîşan kirine ku koç û bicihbûna slav/krowatan di dawiya sedsala 6an û destpêka sedsala 7an de despêkiriye.[12][13] Di dawiyê de, dukek hatiye damezrandin, wekî ku ji hêla kronîkên Einhard ve di sala 818an de dest pê dike ve hatiye pejirandin, Duka Kroatyayê hêla Borna ve hatiye birêvebirin.[14] Tomarkirinên belgeya yekem a warên Kroatî, dewletên bindest ên firansiyên wê demê nîşan didin. Cîranê wan ên bakur Mîrektiya Pannoniya Jêrîn bû ku di wê demê de ku ji hêla Duke Ljudevit ve hatiye rêvebirin ku li herêmên di navbera Çemê Dravayê û Çemê Savayê de bû ku navenda dukê û kela dukê li Sîsak bû, hikûm dikir. Ev nifûs û herêm di dirêjahiya dîrokê de bi kroatî û Kroatyayê ve girêdayî bû.[15]

    Li gorî Konstantîn VII xirîstiyanibûna kroatan di sedsala 7an de dest pê kiriye lê ev îdîa tê nîqaş kirin û bi gelemperî, xiristiyanî bûna wan bi sedsala 9an ve girêdayî ye.[16] Tê texmîn kirin ku xirîstiyanibûn di destpêkê de tenê elît û mirovên têkildarên wan vedihewîne.[17] Serweriya frankiyan di dema serdestiya Mislav, yan jî cîgirê wî Trpimir I de bi dawî bûye.[18][19] Xanedaniya qiral a xweliyên kroatî ji hêla Duke Trpimir I ve di nîvê sedsala 9an de hate damezrandin ku hêzên bîzansî û bulgariyan têk dibin.[20]

    Yekem serwerê xwemalî ya kroatî ku ji hêla papa ve hatiye nas kirin duk Branîmîr bû ku di 7ê hezîrana sala 879an de ji aliyê Papa John VIII pejirandina papatiyê wergirtiye.[21]

    Tomislav qralê yekemê Kroatyayê bû ku di nameya Papa John X de di sala 925an de weha hatiye destnîşan kirin. Tomislav qralek kroatî ye ku êrîşên Mecaristan û bulgaran têk biriye.[22] Keyaniya Kroatiyaya Navendî di sedsala 11an de di serdema Petar Krešimir IV (1058-1074) û Dmîtar Zvonîmîr (1075-1089) de gihîşt lûtkeya xwe yê herî bilind.[23] Dema ku Stjepan II di sala 1091an de dimire, Xanedana Trpimirović bi dawî dibe, burayê Dmitar Zvonimir, Ladislaus I ê Mecaristanê taca kroatî dixwaze. Ev jî di sala 1102an de di bin serweriya Koloman de dibe sedema şer û yekîtiya kesane yê bi Mecaristanê re.[24]

    Yekîtiyên bi monarşiyên Mecaristan 1102 û Habsburg 1527  Ban Josip Jelačić di vekirina yekem Parlamena Kroatî ya nûjen (Sabor), (5ê Hezîran, 1848). Alaya sêrengî ya Kroatî di paşperdeyê de tê dîtin. Keyaniya Kroatya-Slavonya keyaniyek otonom bû ku di nav Awistirya-Mecaristanê de di sala 1868an de piştî Rûniştina Kroatya-Mecaristan hatiye avakirin.

    Di çar sedsalên din de, Keyaniya Kroatya ji aliyê Sabor (parlamen) û Ban (cîgirê qiral) ve di bin rêveberiya qiralê Kroatyayê ve hate birêvebirin. Di vê serdemê de mezinbûna esilzadeyên bibandor ên wekî malbatên Frankopan û Šubić û di dawiyê de gelek Ban (cigirê qiral) ji her van du malbatan derketin holê.[25] Metirsiyeke zêde ya dagirkirina osmaniyan û têkoşîna li dijî Komara Venedîkê ji bo kontrolkirina herêmên peravê derket holê. Venedikan heta sala 1428an ji xeynî bajar-dewleta Dubrovnikê ku serbixwe bû, piraniya Dalmatiyayê kontrol kirin. Biserketinên osmaniyan di sala 1493an de dibe sedema Şerê Qada Krbava û di sala 1526an dibe sedema Şerê Mohácsê ku herdu jî biserketinên osmanî yên berbiçav bi dawî dibin. Qral Louis II li Mohácsê dimire û di sala 1527an de, Parlamena Kroatyaya li Çetînê civiya û Ferdînand I ê ji Mala Habsburgê wek hikûmdarê nû yê Kroatyayê bi şertê ku Kroatyayê li hemberê dagirkirinên Împeratoriya Osmanî û mafên siyasî ya welêt biparêze, hilbijart.[26][27]

    Di sala 1538an de piştî biserketinên osmaniyan, Kroatya di nav herêmên sivîl û leşkerî de hate parçekirin. Herêmên leşkerî wekî Sinorê Leşkerî yê Kroatî dihat zanîn rasterast di bin kontrola Habsburgê de bûn. Dagirkirina osmaniyanê li Kroatyayê heya Şerê Sîsakê 1593 ku osmanî di vê şerê de têk diçin, berdewam dike.[27] Di dema Şerê Mezin ê Tirkan de (1683–1698), Slovonya ji nû ve ji osmaniyan hate stendin lê Bosniya rojava ku beriya dagirkirina osmaniyan beşek ji Kroatyayê bû li derveyî kontrola Kroatya dimîne. Sinorê îro yên di navbera her du welatan de bermayiya vê encamê ye. Dalmatya, beşa başûrê sinor ku bi heman rengî ji hêla Şerên Pêncemîn û Heftemîn ên Osmanî-Venetyayê ve hatiye destnîşankirin.[28]

    Dagirkirinên osmaniyan guhertinên demografîk li herêman dagirkirî bi xwe re tîne. Di sedsala 16an de, Kroatên ji rojava û bakurê Bosna, Lika, Krbava, devera di navbera çemên Una û Kupa de û nemaze ji rojavayê Slavonya, ber bi Awistiryayê ve koç dibin.[29][30] Ji bo ku li cihê nifûsa ji warên xwe derdikevin, Habsburgan bosnayiyan teşwîq kir ku li ser Sinorê Leşkerî de xizmeta leşkeriyê bikin.

    Parlamena Kroatyayê piştgirî dide Qraliyeta Pragmatîk a Qral Charles III û di sala 1712an de biryara xwe yê pragmatîk îmze dike.[31] Piştre împerator soz dide ku rêzê li hemî îmtiyaz û mafên siyasî yên Keyaniya Kroatya bigire û Qralîçe Mariya Theresa di warê perwerdehiya Kroatyayê de, wekî bikaranîna perwerdehiya mecbûrî, tevkariyên girîng dike.

    Di navbera salên 1797 û 1809an de, Împeratoriya Fransî ya Yekem bi zêdeyî peravên rojhilata Adriatîk û hundirê wê dagir dike, komarên Venedikî û Ragusan bi dawî kir û parêzgehên Îlîryayê ava kirin. Di bersivê de, Hêza Deryayî ya Qraliyetê Deryaya Adriyatîk dorpêç dike ku di sala 1811an de dibe sedema Şerê Visê.[32] Parêzgehên Îlîrî di sala 1813an de ji hêla Awistiryayê ve hatin destbiserkirin û piştî Kongreya Viyanayê di sala 1815an de ji hêla Împeratoriya Awistiryayê ve hatin desteserkirin. Ev dibe sedema damezrandina Keyaniya Dalmatiya û vegerandina Deryaya Kroatî ji Keyaniya Kroatyayê re di bin yek tacê de. Di salên 1830 û 1840an de neteweperestiya romantîk ku îlhama Vejîna Neteweyî ya Kroatya ku kampanyayek siyasî û çandî ya ku yekitiya Slavên Başûr di nav împeratoriyê de piştgirî dike, nîşan dide.[33] Mebesta wê ya bingehîn damezrandina zimanek standard bû ku wekî dijberiyek li hemberê zimanê mecarî û di heman demê de pêşvebirina edebiyat û çanda kroatî bû. Di dema Şoreşa Mecaristanê 1848an de, Kroatya alîgirê Awistiryayê bû.[34] Ban (rêveberê kroatî) Josip Jelačić di sala 1849an de alîkariya têk birina mecaran dike û polîtîkaya almanîbûnê dide destpêkirin.[35]

    Di salên 1860an de, têkçûna siyasetê derdikeve holê ku rê li ber lihevhatina Awistirya-Mecaristanê ya sala 1867an vedike. Di navbera Împeratoriya Awistiryayê û Keyaniya Mecaristanê de yekitiyek kesane çêdibe. Peymanan statûya Kroatyayê ji Mecaristanê re dihêle ku ev yek di sala 1868an de bi yekkirina Keyaniya Kroatyayê û Slovenya bi Çareserkirina Kroatya-Mecarîstanê re tê çareserkirin.[36] Dema ku Rijeka statûya corpus separatum ku di sala 1779an de hatiye destnîşan kirin tê parastin, Keyaniya Dalmatiyayê di bin kontrola defacto ya Awistiryayê de dimîne.[37]

    Piştî ku Împeratoriya Awistirya-Mecaristanê piştî Peymana Berlînê ya 1878an Bosna û Herzegovîna dagir dikin, Sinorê Leşkerî têne rakirin. Kroatî û Slav ên li sinorê di sala 1881an de di bin hukmên çareserkirina Kroatya-Mecaristanê de vegeriyan Kroatyayê.[38][39] Hewldanên nû yên ji bo reforma Awistirya-Mecaristanê, ku federalîzekirina bi Kroatya re wekî yekîneyek federal pêk tê, ji hêla Şerê Cîhanê yê Yekem ve hate rawestandin.[40]

    Yûgoslavyaya yekem 1918-1941  Stjepan Radić ku serokê Partiya Gundî ya Kroatyayê ye ku rêxistina federal a Yugoslavyayê diparêze, di dema civîna Dubrovnik a sala 1928an de ye.

    Di 29ê cotmeha sala 1918an de Parlamena Kroatyayê (Sabor) serxwebûn ragihand û biryar da ku beşdarî Dewleta Sloven, Kroat û Serban a nû avabûyî bibe ku di encamê de di 4ê kanûna pêşîn a sala 1918an de bi Keyaniya Serbistanê re dikeve nav yekîtiyê ku Keyaniya Sirbî, Kroat û Sloven ava bikin.[41] Parlamena Kroatyayê ti carî yekîtiya bi Serbistan û Montenegro re nepejirand. Destûra bingehîn a sala 1921an ku welat wekî dewleta unîter pênase dike û rakirina parlamen û dabeşên îdarî yên dîrokî û otonomiya Kroatyayê bi dawî dike.

    Destûra bingehîn a nû ji aliyê partiya siyasî ya neteweyî ya ku herî zêde piştgirî lê dihat kirin, Partiya Gundiyên Kroatî (HSS) ya bi serokatiya Stjepan Radić, dijberê vê destûra bingehîn disekine.[42]

    Ji ber ku Radiç di sala 1928an de di Meclîsa Neteweyî de hate kuştin û bû sedem ku Qral Alexander I di çileya sala 1929 de dîktatoriyek saz dike, rewşa siyasî her ku diçe xirabtir dibe.[43] Dema ku qiral makezagonek yekparêztir ferz dike, dîktatorî bi awayekî fermî di sala 1931an de bi dawî dibe.[44] Partiya HSS ku niha ji hêla Vladko Maçek ve tê rêvebirin, parêzvaniya federalîzmê didome ku di encamê de Peymana Cvetković-Maček ya tebaxa sala 1939an û Banovina otonom a Kroatyayê pêk tê. Dema ku mijarên din ji Parlamena Kroatyayê û rêveberek ku ji aliyê tacê ve hatibû tayînkirin re hiştin, hikûmeta Yûgoslavyayê kontrola berevanî, ewlekariya navxweyî, karên derve, bazirganî û veguheztinê di dest xwe de girt.[45]

    Şerê Cîhanî yê Duyem û Dewleta Serbixwe ya Kroatyayê  Serokên faşîst ên Almanyaya Nazî û dewleta wê ya qukle, Dewleta Serbixwe ya Kroatya, Adolf Hitler û Ante Pavelić, civîna li Berghof li derveyî Berchtesgaden, Almanya, 1941. Gelê Zagrebê di 12ê gulana sala 1945an de ji aliyê Partîzanên Kroatî ve azadiya xwe pîroz dike.

    Di nîsana sala 1941an de Yûgoslavya ji aliyê Almanyaya Nazî û Îtalyaya Faşîst ve hate dagirkirin. Piştî dagirkirinê, dewleteke rêberiya Alman-Îtalî ya bi navê Dewleta Serbixwe ya Kroatyayê (NDH) hate damezrandin. Piraniya Kroatya, Bosna Herzegovina û herêma Sirmiya di nav vê dewletê de bûn. Parçeyên Dalmatyayê ji aliyê Îtalyayê ve hatin (îlheq) destbiserkirin û herêmên bakur ên kroatî yên Baranja û Međimurje jî ji Mecaristanê tê (îlheq) desteserkirin.[46] Rejîma NDH ji aliyê Ante Pavelić û ultra-neteweperest Ustaše ku tevgerek nijadperestê di berê şerê de li Kroatyaya bû dihate birêvebirin.[47] Bi piştgiriya leşkerî û siyasî ya Almanya û Îtalyayê, rejîmê qanûnên nijadî derxist û dest bi kampanya komkujiya li dijî serb, cihû û romanan kir.[48][49] Gelek kes di kampên komkirinê de hatin girtin; kampa herî mezin kompleksa Jasenovacê bû.[50] Kroatên antî-faşîst jî ji aliyê rejîmê ve dihatin armancgirtin.[51] Gelek kampên komkirinê (bi taybetî kampên Rab, Gonars û Molat) li herêmên dagirkirî yên Îtalyayê, bi piranî ji bo Slovenî û Kroatan hatin damezrandin.[52] Di heman demê de, royalîstên Yûgoslavya û neteweperestên sirb ên çetnîk li dijî Kroat û Misilmanan bi alîkariya Îtalyayê kampanyayek qirkirinê dane meşandin.[53] Hêzên Almaniya Nazî ji bo tolhildana kiryarên Partîzan, sûc û tolhildan li dijî sivîlan pêk anîn wek mînak li gundên Kamešnica û Lipayê ya ku di sala 1944an pêk hatiye.[54]

    Tevgereke berxwedanê derket holê ku di 22 hezîrana sala 1941an de, Yekemîn Yekîneya Partîzan a Sîsak li nêzîkî Sîsak hate damezrandin, yekem yekîneya leşkerî bû ku ji hêla tevgerek berxwedanê ve li Ewropaya dagirkirî hatiye damezrandin.[55] Ev yek destpêka tevgera Partîzan a Yûgoslavyayê, komûnîst, komek berxwedanê ya dijî-faşîst a pir-neteweyî bi serokatiya Josip Broz Tito hate organîzekirin.[56] Di warê etnîkî de, Kroat piştî Serban di tevgera Partîzan de beşdarên herî mezin bûn. Di warê rêjeya zêdebûnê de, Kroatî bi rêjeya nifûsa xwe ya li Yûgoslavyayê beşdar tevgera Partîzanê dibin.[57] Di gulana sala 1944an de (li gorî Tîto), Kroatan %30 ji pêkhateya etnîkî ya Partîzan pêk dihat ku %22 ji nifûsa Yûgoslavyayê pêk dihatin. Tevger bi awayekî bilez mezin dibe û di Konferansa Tehranê de di kanûna sala 1943an de, Partîzan yek ji beşdarên hevalbendan hate nas kirin.[58]

    Bi piştgiriya hevalbendan di warê lojîstîk, amûr, perwerde û hêza hewayî de û bi alîkariya leşkerên Sovyetê ku beşdarî Êrîşa Belgradê ya slaa 1944an dibin, Partîzan heya gulana sala 1945an kontrola Yûgoslavya û herêmên sinor ên Îtalya û Awistiryayê bi dest dixe. Endamên hêzên çekdar ên NDHê û leşkerên din ên Akserê û bi sivîlan re ber bi Awistiryayê ve vekişiyan. Piştî radestkirina wan, di meşa mirinê ya Yûgoslavyayê ya hevkarên naziyan de gelek kes hatin kuştin.[59] Di salên paşîn de, almanên etnîkî li Yûgoslavyayê rastî zilmê hatin û gelek kes hatin binçavkirin.[60]

    Daxwazên siyasî yên tevgera Partîzan di Konseya Dewletê ya Antî-Faşîst a Rizgariya Neteweyî ya Kroatyayê ku di sala 1943an de wekî hilgirê dewletbûna Krowatyayê pêşdikeve û paşê di sala 1945an de veguhere Meclîsê û AVNOJ-hevtayê wê di asta Yûgoslavyayê de tê dîtin.[61][62]

    Li ser bingeha lêkolînên li ser mexdûrên şer û piştî şer ên demograf, Vladîmîr Žerjavić û statîstîknas Bogoljub Kočović, bi giştî 295.000 kes ji axê (herêmên ku piştî şer ji Îtalyayê hatine standin tê de nîne) mirin ku ji %7.3ê nifûsê pêk dihat, di nav wan de 125–137 hezar serb, 118–124 hezar Kroat, 16–17 hezar Cihû û 15 hezar jî Roman bûn.[63] Wekî din qurbaniyên ji herêmên ku piştî şer tevlî Kroatyayê dibin, bi tevahî 32.000 kes dimirin ku ji wan 16.000 kes îtalî û 15.000 kroatî bûn.[64] Nêzîkî 200.000 kroatî ji tevahiya Yûgoslavyayê (Kroatya di nav de) û ji derveyî welat bi tevahî di tevahiya şer û encamên wê yên yekser de hatin kuştin ku bi qasî %5,4 ji nifûsa kroatan bû.[65]

    Yûgoslavyaya Duyem 1945–1991  Josip Broz Tito ji 1944 heta 1980 Yûgoslavyayê bi rê ve dibe; Wêne: di sala 1971an de Tito bi serokê Dewletên Yekbûyî Richard Nixon re li Qesra Spî.

    Piştî Şerê Cîhanê yê Duyem, Kroatya dibe yekîneyek yek-partî ya federal a Sosyalîst a SFR ya Yûgoslavyayê ku ji hêla komunîstan ve hatiye birêvebirin lê di nav federasyonê de xwediyê statuyek otonomî bû. Di sala 1967an de, nivîskar zimanzanasên kroatî danezana li ser rewş û navê ximanê standardî ya kroatî weşandin û daxwaza wekhevîkirina zimanê xwe kirin.[66]

    Deklerasyon beşdarî tevgerek neteweyî bû ku li mafên medenî yên mezintir û ji nû ve dabeşkirina aboriya Yûgoslavyayê digere, bi Bihara Kroatî ya sala 1971an ku ji aliyê serokatiya Yûgoslavyayê ve tê tepisandin, bi dawî dibe.[67] Dîsa jî, Destûra Bingehîn a Yûgoslavyayê ya sala 1974an otonomiyek zêde dide yekîneyên federal ku di bingeh de armancek Bihara Kroatî pêk anî û ji bo serxwebûna pêkhateyên federatîf bingehek qanûnî peyda dike.[68]

    Piştî mirina Tîto yê di sala 1980an de, rewşa siyasî li Yîgoslavyayê xerabtir dibe. Tengasiya neteweyî ji ber Bîrnameya SANU ya 1986an (muxtira) û derbeyên sala 1989an ve li Vojvodîna, Kosova û Montenegro zêde dike.[69][70] Di çileya sala 1990an de, Partiya Komunîst bi fraksîyona kroatî daxwaza federasyonek sistkirî dike, li ser xetên neteweyî perçe dibe.[71] Di heman salê de, hilbijartinên yekem ên pir-partî li Kroatyayê hatin lidarxistin ku di heman demê de bi serketina Franjo Tuđman aloziyên neteweperestî girantir dike.[72] Hinek ji serbên li Kroatyayê meclîsê terikandin û bi mebesta bidestxistina serxwebûna Kroatyayê, otonomiya Komara Krajinaya Sirbî ya nenaskirî ragihandin.[73][74]

    Şerê serxwebûna Kroatyayê

    Bi zêdebûna rageşiyê re, Kroatyayê di 25ê hezîrana sala 1991ê de serxwebûna xwe ragihand. Lêbelê pêkanîna tam a danezanê tenê piştî rawestandina sê mehan li ser biryara 8ê cotmeha sala 1991ê dikeve meriyetê.[75][76] Di vê navberê de, dema ku Artêşa Gel a Yûgoslavyayê (JNA) di bin kontrola Serbistanê de bû û komên cuda yên paramîlîter ên Serbî êrîşî Kroatyayê dikin, alozî ber bi şerekî eşkere ve çû.[77]

    Di dawiya sala 1991an de, şerekî dijwar ku li ser eniyek berfereh pêk hatin, kontrola Kroatyayê li dora ji sê paran axê, daxist du parê axa welêt.[78][79] Komên paramîlîter ên sirbî piştre dest bi kampanyaya kuştin, êrîşên terorî û derxistina kroatan li herêmên serhildêr kirin ku kuştina bi hezaran sîvîlên kroatî derxistin ku bi qasî 400.000 kroat û kesên din ên ne-sirbî ji malên wan koçber dikin.[80][81] Serbên ku li bajarên Kroatyayê dijîn, bi taybetî yên li nêzî eniyên şer, rastî cûrbicûrên cudakariyan hatin.[82] Her çiqas di astek sinordar de û bi hêjmarek kêm de bin jî, serbên Kroatya yên li Slavonyaya Rojhilat û Rojava û beşên Krajina neçar dimînin ku birevin yan jî ji hêla hêzên kroatî ve têne derxistin.[83] Hikûmeta Kroatya bi eşkereyî van kiryaran şermezar kir û xwest ku rawestîne û diyarkir ku jiderxistina serban ne beşek ji siyaseta hikûmetê ye.[84]

    Di 15 çileya sala 1992an de, Kroatya ji hêla Civata Aborî ya Ewropî ve û piştre jî ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve hate qebûl kirin.[85][86] Şer bi bandor di tebaxa sala 1995an de biserketineke diyarker a Kroatyayê bi dawî dibe ku her sal di 5ê tebaxê wekî Roja Serketin û Spasdariya Welat û Roja Parêzvanên Kroatî tê bibîranîn.[87] Piştî biserketina Kroatyayê, nêzîkî 200.000 serbên ji Komara Serbi-Krajina ya xwenaskirî ji herêmê direvin û bi sedan sîvîlên bi giranî kal û pîr serbî di encama operasyona leşkerî de hatine kuştin.[88] Erdên wan piştre ji aliyê penaberên kroat ên ji Bosna û Herzegovînayê ve têne cihwar kirin.[89] Herêmên mayî yên dagirkirî piştî Peymana Erdûtê ya Mijdara 1995an, bi mîsyona UNTAESê di çileya sala 1998an de bi dawî dibe û beşdarê erdê Kroatyayê dibe.[90] Piraniya çavkaniyan hejmara kuştiyên şer nêzî 20.000 kes e.[91][92]

    Kroatyaya Serbixwe (1991–aniha)

    Piştî bidawîhatina şer, Kroatya rûbirûyê kêşeyên nûavakirina piştî şer, vegera penaberan, damezrandina demokrasiyê, parastina mafên mirovan û geşepêdana giştî ya civakî û aborî dimîne.

    Serdema salên 2000an bi demokratîkbûnê, mezinbûna aborî, reformên avahî û civakî û pirsgirêkên wekî bêkarî, gendelî û bêserûberiya rêveberiya giştî tê diyar kirin.[93] Di mijdara sala 2000 û adara sala 2001an de, parlamenê Destûra Bingehîn a Kroatyayê guhert ku cara yekem di 22yê kanûna sala 1990an de hat qebûlkirin ku guhertina awayiya xwe ya du-meclîsî vedigerîne forma xweya yekgirtî ya dîrokî û serdestiya serokatiyê kêm dike.[94][95]

    Kroatya di 25ê gulana 2000an de tevlî Hevkariya ji bo Aştiyê dibe û di 30yê mijdara sala 2000an de dibe endamê Rêxistina Bazirganiya Cîhanî.[96] Di 29ê cotmeha sala 2001an de,[97] Kroatya bi Yekîtiya Ewropayê re Peymana Îstîqrar û Hevgirtinê îmze dike ku di sala 2003an de ji bo endametiya Yekîtiya Ewropayê serlêdaneke fermî ragihand.[98] Di sala 2004an de statuya welatekî berendam ji bo Kroatyayê hate dayîn û di sala 2005an bi Yekîtiya Ewropayê re danûstandinên endamtiyê tê destpêkirin.[99][100] Tevî ku di destpêka salên 2000î de aboriya Kroatyayê geşbûnek girîng bidest dixe, krîza darayî di sala 2008an de hikûmet neçar dimîne ku lêçûnên bibire û ev jî bi xwe re nerazîbûnek gelemperî ya gel tîne.[101]

    Kroatya di salên 2008-2009an de ji bo cara yekem di Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de xizmet dike û di kanûna sala 2008an de kursiya ne-daîmî wergirtiye. Di 1ê avrêla sala 2009an de Kroatya tevlî NATOyê dibe.[102]

    Di sala 2011an de pêleke xwepêşandanên li dijî hikûmetê nerazîbûneke giştî li hember rewşa siyasî û aborî ya heyî nîşan da. Xwepêşandan di bersiva skandalên gendeliyê yên hikûmetê yên vê dawiyê de bîr û baweriyên siyasî yên cihêreng li hev anîn û banga hilbijartinên pêşwext kirin. Di 28ê cotmeha sala 2011an de parlementeran biryara betalkirina parlamenê dabû û protestoyên li kolanan gav bi gav kêm bûn. Serok Ivo Josipović roja duşemê, 31ê çiriya pêşîn ji bo hilweşandina meclîsê (Sabor) razî dibe û hilbijartinên nû ji bo roja yekşemê, 4ê kanûna pêşîn a sala 2011 destnîşan kir.[103][104][105]

    Di 30yê hezîrana sala 2011an de, Kroatyayê danûstandinên endambûna Yekîtiya Ewropayê bi awayekî serketî gihîşte dawiyê.[106] Welat di 9ê kanûna sala 2011an de peymana pevlêbûnê îmze kir û di 22ê çileya sala 2012an de giştpirsiyek (referandûm) pêk anî ku welatiyên kroatî ji bo endametiya Yekîtiya Ewropayê dengdanên xwe pêk anîn.[107][108] Piştre welêt di 1ê tîrmeha sala 2013an de beşdarê Yekîtiya Ewropayê dibe

    Dema ku Mecaristan bi girtina sinorên xwe yê bi Serbistanê girtî dihêle, Kroatya ji ber krîza koçberan a 2015an a ewropî bi bandor dibe. Zêdetirî 700.000 penaber û koçber ji bo ku derbasî welatên din ên Yekîtiya Ewropayê bibin berê xwe didin Kroatyayê.

    Di 25 çileya sala 2022an de, Konseya OECDê biryar dide ku danûstandinên tevlêbûnê bi Kroatyayê re bide despêkirin. Di pêvajoya tevlêbûnê de, Kroatya gelek reforman pêk tîne ku dê hemî qadên çalakiyê pêşde bibin ku di nav de ji karûbarên giştî û pergala dadweriyê bigire heya perwerde, veguhastin, darayî, tenduristî û bazirganî hebûn. Li gorî Nexşeya Rêya Tevlêbûna OECDê ji hezîrana sala 2022an ve, Kroatya dê ji hêla 25 komîteyên OECDê ve bi vekolînên teknîkî tê kontrolkirin, heya niha Kroatya bi awayekî bilez ji ya ku tê hêvî kirin bi pêş ve diçe. Tê çaverê kirin ku endamtiya temamî di sala 2025an de pêk were. Ev yek armanca dawiya siyaseta derve ya mezinê Kroatyayê ye ku welêt bigihîjê.[109][110][111]

    Di 1ê çileya 2023an de Kroatya euro wek diravê xwe yê fermî pejirand ku ewro cihê konaya (dirava Kroatyayê ya berê) Kroatyayê digire û Kroatya bûye endamê 20emê Herêma Ewroyê. Di heman rojê de Kroatya bûye endamê 27em ê Herêma Şengenê ya bêsinor ku bi vî awayî entegrasyona xwe ya tevahî Yekîtiya Ewropayê destnîşan dike.[112]

    Di 19ê cotmeha sala 2016an de, Andrej Plenković wek serokwezîrê niha yê Kroatyayê dest bi kar kiriye.[113] Hilbijartinên serokatiyê yên herî dawî ku di 5ê çileya sala 2020an de pêk hatiye, Zoran Milanović wek serokê Kroatyayê hatiye hilbijartin.[114]

    ^ Salopek, Igor (15 kanûna pêşîn 2010). "Krapina Neanderthal Museum as a well of medical information". Acta medico-historica Adriatica : AMHA (bi îngilîzî). 8 (2): 197–202. ISSN 1334-4366. ^ Balen, J. (21 kanûna pêşîn 2005). "The Kostolac horizon at Vučedol". Opvscvla archaeologica (bi xirwatî). 29 (1): 25–40. ISSN 0473-0992. ^ Potrebica, Hrvoje; Dizdar, Marko (20 tîrmeh 2002). "A Contribution to Understanding Continuous Habitation of Vinkovci and its Surroundings in the Early Iron Age". Prilozi Instituta za arheologiju u Zagrebu (bi xirwatî). 19 (-): 79–100. ISSN 1330-0644. ^ "John Wilkes - The Illyrians | PDF". Scribd (bi îngilîzî). Roja wergirtinê: 6 çiriya pêşîn 2023. ^ Gibbon, Edward (1 çiriya paşîn 2000). The Decline and Fall of the Roman Empire, Volume I: A.D. 180 to A.D. 395 (A Modern Library E-Book) (bi îngilîzî). Random House Publishing Group. ISBN 978-0-679-64146-9. ^ Bury, J. B. (John Bagnell) (1923). History of the later Roman Empire : from the death of Theodosius I to the death of Justinian (A.D. 395 to A.D. 565). Kelly - University of Toronto. London : Macmillan. ^ Andrew Archibald Paton (1862). Researches on the Danube and the Adriatic (bi English). unknown library. Trübner.{{cite book}}: CS1 maint: unrecognized language (link) ^ Heršak, Emil; Nikšić, Boris (30 îlon 2007). "Croatian Ethnogenesis: A Review of Component Stages and Interpretations (with Emphasis on Eurasian/Nomadic Elements)". Migracijske i etničke teme (bi xirwatî). 23 (3): 251–268. ISSN 1333-2546. ^ Katičić, Radoslav (1989). "IVAN MUŽIĆ O PODRIJETLU HRVATA". Starohrvatska prosvjeta (bi xirwatî). III (19): 243–270. ISSN 0351-4536. ^ Dorroh, J. Robert; Goldstein, Gisèle Ruiz; Goldstein, Jerome A.; Tom, Michael Mudi, eds. (1999). "Applied Analysis". Contemporary Mathematics. doi:10.1090/conm/221. ISSN 1098-3627. ^ Birin, Ante (1 kanûna paşîn 2015). "Pregled političke povijesti Hrvata u ranome srednjem vijeku". Nova zraka u europskom svjetlu - Hrvatske zemlje u u ranome srednjem vijeku (oko 550 - oko 1150). ^ Raditsa, Bogdan (1970). "Hrvatska Politika I Jugoslavenska Ideja. By Ivan Mužić. Split: Ivan Mužić, 1969. v, 319 pp". Slavic Review. 29 (3): 531–532. doi:10.2307/2493190. ISSN 0037-6779. ^ Džino, Danijel (2010). Becoming Slav, Becoming Croat: Identity Transformations in Post-Roman and Early Medieval Dalmatia (bi îngilîzî). BRILL. ISBN 978-90-04-18646-0. ^ Raditsa, Bogdan (1970). "Hrvatska Politika I Jugoslavenska Ideja. By Ivan Mužić. Split: Ivan Mužić, 1969. v, 319 pp". Slavic Review. 29 (3): 531–532. doi:10.2307/2493190. ISSN 0037-6779. ^ Koç, Murat; Budak, Ümit (2018). "Figure 1 from: Koç M, Budak Ü (2018) Phryna hamzaoglui Koç & Budak (Caryophyllaceae), a new species from Central Anatolia, Turkey. PhytoKeys 109: 27-32". dx.doi.org. Roja wergirtinê: 6 çiriya pêşîn 2023. ^ Ivandija, Antun (1967). "Pokrštenje Hrvata prema najnovijim znanstvenim rezultatima: (prikaz pitanja)". Bogoslovska smotra (bi xirwatî). 37 (3–4): 440–444. ISSN 0352-3101. ^ Koç, Murat; Budak, Ümit (19 îlon 2018). "Figure 1 from: Koç M, Budak Ü (2018) Phryna hamzaoglui Koç & Budak (Caryophyllaceae), a new species from Central Anatolia, Turkey. PhytoKeys 109: 27-32". dx.doi.org. Roja wergirtinê: 6 çiriya pêşîn 2023. ^ Raditsa, Bogdan (1970). "Hrvatska Politika I Jugoslavenska Ideja. By Ivan Mužić. Split: Ivan Mužić, 1969. v, 319 pp". Slavic Review. 29 (3): 531–532. doi:10.2307/2493190. ISSN 0037-6779. ^ Koç, Murat; Budak, Ümit (19 îlon 2018). "Figure 1 from: Koç M, Budak Ü (2018) Phryna hamzaoglui Koç & Budak (Caryophyllaceae), a new species from Central Anatolia, Turkey. PhytoKeys 109: 27-32". dx.doi.org. Roja wergirtinê: 6 çiriya pêşîn 2023. ^ Brković, Milko (19 çiriya pêşîn 2001). "The Papal Letters of the second half of the IXth Century to addressees in Croatia". Radovi Zavoda za povijesne znanosti HAZU u Zadru (bi xirwatî) (43): 29–44. ISSN 1330-0474. ^ Raditsa, Bogdan (1970). "Hrvatska Politika I Jugoslavenska Ideja. By Ivan Mužić. Split: Ivan Mužić, 1969. v, 319 pp". Slavic Review. 29 (3): 531–532. doi:10.2307/2493190. ISSN 0037-6779. ^ Posavec, Vladimir (1997). "Povijesni zemljovidi i granice Hrvatske u Tomislavovo doba". Radovi Zavoda za hrvatsku povijest Filozofskoga fakulteta Sveučilišta u Zagrebu : Radovi Zavoda za hrvatsku povijest Filozofskoga fakulteta Sveučilišta u Zagrebu (bi xirwatî). 30 (1): 281–290. ISSN 0353-295X. ^ Margetić, Lujo (1996). "Regnum Croatiae et Dalmatiae u doba Stjepana II". Radovi Zavoda za hrvatsku povijest Filozofskoga fakulteta Sveučilišta u Zagrebu : Radovi Zavoda za hrvatsku povijest Filozofskoga fakulteta Sveučilišta u Zagrebu (bi xirwatî). 29 (1): 11–20. ISSN 0353-295X. ^ Heka, Ladislav (1 çiriya pêşîn 2008). "Croatian-Hungarian relations from the Middle Ages to the Compromise of 1868, with a special survey of the Slavonian issue". Scrinia Slavonica : Godišnjak Podružnice za povijest Slavonije, Srijema i Baranje Hrvatskog instituta za povijest (bi xirwatî). 8 (1): 152–173. ISSN 1332-4853. ^ HOU, Q. R.; ZHANG, H. Y. (10 gulan 2005). "DEPOSITION OF M—C (M = Cr, Mn, Fe) FILMS BY MAGNETRON SPUTTERING". Modern Physics Letters B. 19 (11): 529–537. doi:10.1142/s0217984905008505. ISSN 0217-9849. ^ "Hrvatski sabor". web.archive.org. 2 kanûna pêşîn 2010. Ji orîjînalê hat arşîvkirin li 2 kanûna pêşîn 2010. Roja wergirtinê: 6 çiriya pêşîn 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (link) ^ a b Frucht, Steven J.; Fahn, Stanley (2005). "Movement Disorder Emergencies". doi:10.1385/1592599028. {{cite journal}}: Cite journal requires |journal= (alîkarî) ^ "Lane-Fox of Soho, Baroness, (Martha Lane Fox) (born 10 Feb. 1973)". Who's Who. Oxford University Press. 1 kanûna pêşîn 2013. ^ "HKD :: Hrvatsko Kulturno Društvo u Gradišću - Povijest Gradišćanskih Hrvatov". web.archive.org. 14 çiriya paşîn 2012. Ji orîjînalê hat arşîvkirin li 14 çiriya paşîn 2012. Roja wergirtinê: 6 çiriya pêşîn 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (link) ^ Valentić, Mirko (30 çiriya pêşîn 1990). "TURSKI RATOVI I HRVATSKA DIJASPORA U XVI. STOLJEĆU". Senjski zbornik : prilozi za geografiju, etnologiju, gospodarstvo, povijest i kulturu (bi xirwatî). 17 (1): 45–60. ISSN 0582-673X. ^ "Povijest saborovanja". Hrvatski sabor (bi xirwatî). Roja wergirtinê: 6 çiriya pêşîn 2023. ^ Stanislawski, John (4 çiriya pêşîn 2012). "Adkins, Trace". Oxford Music Online. Oxford University Press. ^ Nicolson, Harold (2000). The Congress of Vienna: A Study in Allied Unity, 1812-1822 (bi îngilîzî). Grove Press. ISBN 978-0-8021-3744-9. ^ Stančić, Nikša (2008). "Hrvatski narodni preporod - ciljevi i ostvarenja". Cris : Časopis Povijesnog društva Križevci (bi xirwatî). X (1): 6–17. ISSN 1332-2567. ^ Čuvalo, Ante (22 kanûna pêşîn 2008). "Josip Jelačić - Ban of Croatia". Review of Croatian History (bi îngilîzî). IV (1): 13–27. ISSN 1845-4380. ^ "Habsburg | H-Net". networks.h-net.org. Roja wergirtinê: 6 çiriya pêşîn 2023. ^ Heka, Ladislav (1 çiriya pêşîn 2008). "Croatian-Hungarian relations from the Middle Ages to the Compromise of 1868, with a special survey of the Slavonian issue". Scrinia Slavonica : Godišnjak Podružnice za povijest Slavonije, Srijema i Baranje Hrvatskog instituta za povijest (bi xirwatî). 8 (1): 152–173. ISSN 1332-4853. ^ Heka, Ladislav (20 kanûna pêşîn 2007). "Hrvatsko-ugarska nagodba u zrcalu tiska". Zbornik Pravnog fakulteta Sveučilišta u Rijeci (bi xirwatî). 28 (2): 931–971. ISSN 1330-349X. ^ Dubravica, Branko (2001). "POLITICAL / TERRITORIAL DIVISION AND THE SIZE OF THE CIVILIAN CROATIA AT THE TIME OF ITS UNIFICATION WITH MILITARY CROATIA IN 1871-1886". Politička misao : časopis za politologiju (bi xirwatî). 38 (3): 159–172. ISSN 0032-3241. ^ Polatschek, Max (1989). Franz Ferdinand: Europas verlorene Hoffnung (bi almanî). Amalthea. ISBN 978-3-85002-284-2. ^ Tucker, Spencer; Roberts, Priscilla Mary (2005). World War I: Encyclopedia (bi îngilîzî). ABC-CLIO. ISBN 978-1-85109-420-2. ^ Miškulin, Ivica (10 çiriya paşîn 2003). "Parlamentarni izbori u Brodskom kotaru 1923. godine". Scrinia Slavonica : Godišnjak Podružnice za povijest Slavonije, Srijema i Baranje Hrvatskog instituta za povijest (bi xirwatî). 3 (1): 452–470. ISSN 1332-4853. ^ Begonja, Zlatko (23 çiriya paşîn 2009). "Ivan Pernar o hrvatsko-srpskim odnosima nakon atentata u Beogradu 1928. godine". Radovi Zavoda za povijesne znanosti HAZU u Zadru (bi xirwatî) (51): 203–218. ISSN 1330-0474. ^ Job, Cvijeto (2002). Yugoslavia's Ruin: The Bloody Lessons of Nationalism, a Patriot's Warning (bi îngilîzî). Rowman & Littlefield. ISBN 978-0-7425-1784-4. ^ Snoj, Jurij (28 gulan 2015). Klemenčič, Ivan. Oxford Music Online. Oxford University Press. ^ Snoj, Jurij (28 gulan 2015). Klemenčič, Ivan. Oxford Music Online. Oxford University Press. ^ Dujmović, Jozo; Tomasevich, Daniel (1 adar 2021). "COVID-19 Vaccination Priority Evaluation". dx.doi.org. Roja wergirtinê: 7 çiriya pêşîn 2023. ^ Dujmović, Jozo; Tomasevich, Daniel (1 adar 2021). "COVID-19 Vaccination Priority Evaluation". dx.doi.org. Roja wergirtinê: 7 çiriya pêşîn 2023. ^ Snoj, Jurij (28 gulan 2015). Klemenčič, Ivan. Oxford Music Online. Oxford University Press. ^ "USTAŠKI KONCENTRACIONI LOGORI – STRAŠNA MUČILIŠTA U DRUGOM SVETSKOM RATU". Politička revija. 60 (2/2019). 5 tîrmeh 2019. doi:10.22182/pr.6022019.10. ISSN 1451-4281. ^ Dorroh, J. Robert; Goldstein, Gisèle Ruiz; Goldstein, Jerome A.; Tom, Michael Mudi, eds. (1999). "Applied Analysis". Contemporary Mathematics. doi:10.1090/conm/221. ISSN 1098-3627. ^ "koncentracijski logori | Hrvatska enciklopedija". www.enciklopedija.hr. Roja wergirtinê: 7 çiriya pêşîn 2023. ^ Dujmović, Jozo; Tomasevich, Daniel (1 adar 2021). "COVID-19 Vaccination Priority Evaluation". dx.doi.org. Roja wergirtinê: 7 çiriya pêşîn 2023. ^ Kozlica, Ivan (2012). Krvava Cetina: masovni pokolji u cetinskome kraju i Poljicima u Drugome svjetskom ratu. Biblioteka Zentinam et Tril. Zagreb: Hrvatski Centar za Ratne Žrtve [u.a.] ISBN 978-953-57409-0-2. ^ Pavličević, Dragutin (2007). Povijest Hrvatske. Biblioteka hrvatske povijesti (Çapa 4., dop. izd). Zagreb: Naklada Pavičić. ISBN 978-953-6308-71-2. ^ "Josipović: Antifašizam je duhovni otac Domovinskog rata". www.vecernji.hr (bi xirwatî). Roja wergirtinê: 7 çiriya pêşîn 2023. ^ Hoare, Marko Attila (2002). "Whose is the partisan movement? Serbs, Croats and the legacy of a shared resistance". The Journal of Slavic Military Studies (bi îngilîzî). 15 (4): 24–41. doi:10.1080/13518040208430537. ISSN 1351-8046. ^ Marica, Karakaš Obradov (28 kanûna pêşîn 2008). "Saveznički zračni napadi na Split i okolicu i djelovanje Narodne zaštite u Splitu tijekom Drugog svjetskog rata". Historijski zbornik (bi xirwatî). 61 (2): 323–349. ISSN 0351-2193. ^ "Croatia - WWII, Partisans, Yugoslavia | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). Roja wergirtinê: 7 çiriya pêşîn 2023. ^ Dorroh, J. Robert; Goldstein, Gisèle Ruiz; Goldstein, Jerome A.; Tom, Michael Mudi, eds. (1999). "Applied Analysis". Contemporary Mathematics. doi:10.1090/conm/221. ISSN 1098-3627. ^ Maurović, Marko (8 gulan 2004). "Josip protiv Josifa (+ bilješke na str. 106-107)". Pro tempore (bi xirwatî) (1): 73–83. ISSN 1334-8302. ^ "Hrvatski sabor - Priopćenja". web.archive.org. 19 kanûna paşîn 2012. Ji orîjînalê hat arşîvkirin li 19 kanûna paşîn 2012. Roja wergirtinê: 7 çiriya pêşîn 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (link) ^ Žerjavić, Vladimir (1995). "Demografski i ratni gubici Hrvatske u Drugom svjetskom ratu i poraću". Časopis za suvremenu povijest (bi xirwatî). 27 (3): 543–559. ISSN 0590-9597. ^ "Croatia". Wikipedia (bi îngilîzî). 2 çiriya pêşîn 2023. ^ "Croatia". Wikipedia (bi îngilîzî). 2 çiriya pêşîn 2023. ^ Šute, Ivica (1998). "Deklaracija o nazivu i položaju hrvatskog književnog jezika – Građa za povijest Deklaracije, Zagreb, 1997, str. 225". Radovi Zavoda za hrvatsku povijest Filozofskoga fakulteta Sveučilišta u Zagrebu : Radovi Zavoda za hrvatsku povijest Filozofskoga fakulteta Sveučilišta u Zagrebu (bi xirwatî). 31 (1): 317–318. ISSN 0353-295X. ^ "Heroina Hrvatskog proljeća - Jutarnji.hr". web.archive.org. 6 tebax 2012. Ji orîjînalê hat arşîvkirin li 3 adar 2016. Roja wergirtinê: 7 çiriya pêşîn 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (link) ^ "Recognition of States: The Collapse of Yugoslavia and the Soviet Union - EJIL". www.ejil.org. Roja wergirtinê: 7 çiriya pêşîn 2023. ^ Frucht, Steven J.; Fahn, Stanley (2005). "Movement Disorder Emergencies". doi:10.1385/1592599028. {{cite journal}}: Cite journal requires |journal= (alîkarî) ^ Reuters (12 kanûna paşîn 1989). "Leaders of a Republic In Yugoslavia Resign". The New York Times (bi îngilîziya amerîkî). Roja wergirtinê: 7 çiriya pêşîn 2023. ^ Pauković, Davor (22 kanûna pêşîn 2008). "Last Congress of the League of Communists of Yugoslavia: Causes, Consequences and Course of Dissolution". Suvremene teme : međunarodni časopis za društvene i humanističke znanosti (bi xirwatî). 1 (1): 21–33. ISSN 1847-2397. ^ "Obituary: Franjo Tudjman". The Independent (bi îngilîzî). 13 kanûna pêşîn 1999. Roja wergirtinê: 7 çiriya pêşîn 2023. ^ Sudetic, Chuck; Times, Special To the New York (2 çiriya pêşîn 1990). "Croatia's Serbs Declare Their Autonomy". The New York Times (bi îngilîziya amerîkî). Roja wergirtinê: 7 çiriya pêşîn 2023. ^ Publications, Europa; 4th 1999 (1999). Eastern Europe and the Commonwealth of Independent States, 1999 (bi îngilîzî). Taylor & Francis Group. ISBN 978-1-85743-058-5. ^ Sudetic, Chuck (26 hezîran 1991). "2 YUGOSLAV STATES VOTE INDEPENDENCE TO PRESS DEMANDS". The New York Times (bi îngilîziya amerîkî). Roja wergirtinê: 7 çiriya pêşîn 2023. ^ "Hrvatski sabor". web.archive.org. 14 adar 2012. Ji orîjînalê hat arşîvkirin li 15 tîrmeh 2018. Roja wergirtinê: 7 çiriya pêşîn 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (link) ^ Sudetic, Chuck (4 çiriya paşîn 1991). "Army Rushes to Take a Croatian Town". The New York Times (bi îngilîziya amerîkî). Roja wergirtinê: 7 çiriya pêşîn 2023. ^ Press, The Associated (20 kanûna pêşîn 1991). "Croatia Clashes Rise; Mediators Pessimistic". The New York Times (bi îngilîziya amerîkî). Roja wergirtinê: 7 çiriya pêşîn 2023. ^ Powers, Charles T. (1 tebax 1991). "Serbian Forces Press Fight for Major Chunk of Croatia". Los Angeles Times (bi îngilîziya amerîkî). Roja wergirtinê: 7 çiriya pêşîn 2023. ^ "Utjecaj srbijanske agresije na stanovništvo Hrvatske". www.index.hr (bi xirwatî). Roja wergirtinê: 7 çiriya pêşîn 2023. ^ "SUMMARY OF JUDGEMENT FOR MILAN MARTI". web.archive.org. 15 kanûna pêşîn 2007. Ji orîjînalê hat arşîvkirin li 15 kanûna pêşîn 2007. Roja wergirtinê: 7 çiriya pêşîn 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (link) ^ "Croatia". Wikipedia (bi îngilîzî). 2 çiriya pêşîn 2023. ^ Bassiouni, M. Cherif; Manikas, Peter (1996). The law of the International Criminal Tribunal for the former Yugoslavia. Internationaler Strafgerichtshof für das Ehemalige Jugoslawien. Irvington-on-Hudson, NY: Transnational Publishers. ISBN 978-1-57105-004-5. ^ Allen, Allen D. (1 hezîran 1996). "A Spacetime Note, with Strings Attached". Physics Today. 49 (6): 13–13. doi:10.1063/1.2807644. ISSN 0031-9228. ^ Kinzer, Stephen (24 kanûna pêşîn 1991). "Slovenia and Croatia Get Bonn's Nod". The New York Times (bi îngilîziya amerîkî). Roja wergirtinê: 7 çiriya pêşîn 2023. ^ "3 Ex-Yugoslav Republics Are Accepted Into U.N." The New York Times (bi îngilîziya amerîkî). 23 gulan 1992. Roja wergirtinê: 7 çiriya pêşîn 2023. ^ Murphy, Dean E. (8 tebax 1995). "Croats Declare Victory, End Blitz : Balkans: Belgrade regime sends tanks toward border, fueling fears of new fighting. U.N. says refugee exodus of up to 200,000 Serbs is the largest since the warfare began". Los Angeles Times (bi îngilîziya amerîkî). Roja wergirtinê: 7 çiriya pêşîn 2023. ^ "Evicted Serbs remember Storm" (bi British English). 5 tebax 2005. Roja wergirtinê: 7 çiriya pêşîn 2023. ^ Clark, Janine Natalya (20 hezîran 2014). International Trials and Reconciliation: Assessing the Impact of the International Criminal Tribunal for the Former Yugoslavia (bi îngilîzî). Routledge. ISBN 978-1-317-97475-8. ^ Hedges, Chris (16 kanûna paşîn 1998). "An Ethnic Morass Is Returned to Croatia". The New York Times (bi îngilîziya amerîkî). Roja wergirtinê: 7 çiriya pêşîn 2023. ^ "Presidents apologise over Croatian war" (bi British English). 10 îlon 2003. Roja wergirtinê: 7 çiriya pêşîn 2023. ^ "UN to hear Croatia genocide claim against Serbia:". Tehran Times (bi îngilîzî). 18 çiriya paşîn 2008. Roja wergirtinê: 7 çiriya pêşîn 2023. ^ Puljiz, Vlado; Bežovan, Gojko; Matković, Teo; Šućur, dr Zoran; Zrinščak, Siniša (2008). Socijalna politika Hrvatske (bi xirwatî). Pravni fakultet u Zagrebu. ISBN 978-953-97320-9-5. ^ "22 December – Christmas Constitution – the first Constitution of the independent Republic of Croatia". Croatian Parliament (bi îngilîzî). Roja wergirtinê: 7 çiriya pêşîn 2023. ^ "History and Development of Croatian Constitutional Judicature | Constitutional Court of the Republic of Croatia". www.usud.hr. Roja wergirtinê: 7 çiriya pêşîn 2023. ^ "Partnerstvo za mir | Hrvatska enciklopedija". www.enciklopedija.hr. Roja wergirtinê: 7 çiriya pêşîn 2023. ^ "Jutarnji list - Kronologija: Težak put od priznanja do kucanja na vrata EU". www.jutarnji.hr (bi xirwatî). 2 çiriya pêşîn 2006. Roja wergirtinê: 7 çiriya pêşîn 2023. ^ "Naslovna". mpu.gov.hr. Roja wergirtinê: 7 çiriya pêşîn 2023. ^ "Naslovna". mpu.gov.hr. Roja wergirtinê: 7 çiriya pêşîn 2023. ^ "Evo kako je izgledao hrvatski put prema EU!". Dnevnik.hr (bi xirwatî). Roja wergirtinê: 7 çiriya pêşîn 2023. ^ "Ivo Goldstein". Wikipedia (bi îngilîzî). 13 sibat 2023. ^ "Hrvatska postala članica NATO saveza". Dnevnik.hr (bi xirwatî). Roja wergirtinê: 7 çiriya pêşîn 2023. ^ "Et tu, Zagreb?". The Economist. Roja wergirtinê: 7 çiriya pêşîn 2023. ^ "Ovo su bili najzanimljiviji trenuci u Saboru!". Dnevnik.hr (bi xirwatî). Roja wergirtinê: 7 çiriya pêşîn 2023. ^ "Predsjednik Josipović raspisao izbore! - Odluka 2011". web.archive.org. 3 kanûna pêşîn 2011. Ji orîjînalê di 3 kanûna pêşîn 2011 de hat arşîvkirin. Roja wergirtinê: 7 çiriya pêşîn 2023. ^ "Press corner". European Commission - European Commission (bi îngilîzî). Roja wergirtinê: 7 çiriya pêşîn 2023. ^ "EUROPA - EU News - Croatia is scheduled to become the EU's 28th member on 1 July 2013". web.archive.org. 23 kanûna paşîn 2012. Ji orîjînalê hat arşîvkirin li 23 kanûna paşîn 2012. Roja wergirtinê: 7 çiriya pêşîn 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (link) ^ "Croatia EU referendum: Voters back membership". BBC News (bi British English). 22 kanûna paşîn 2012. Roja wergirtinê: 7 çiriya pêşîn 2023. ^ "OECD membership means benefits for citizens, higher living standard". template.gov.hr. Roja wergirtinê: 7 çiriya pêşîn 2023. ^ "Croatia's accession to the OECD is progressing faster than expected". template.gov.hr. Roja wergirtinê: 7 çiriya pêşîn 2023. ^ "Vlada Republike Hrvatske - OECD još jedan instrument za unaprjeđenje reformskih procesa, članstvo će nas učiniti još boljom i kvalitetnijom zemljom". vlada.gov.hr. Roja wergirtinê: 7 çiriya pêşîn 2023. ^ "Press corner". European Commission - European Commission (bi îngilîzî). Roja wergirtinê: 7 çiriya pêşîn 2023. ^ "Andrej Plenković - O meni". www.andrejplenkovic.hr. Roja wergirtinê: 7 çiriya pêşîn 2023. ^ "Održana svečanost prisege predsjednika Republike Hrvatske Zorana Milanovića". Predsjednik Republike Hrvatske - Zoran Milanović (bi xirwatî). Roja wergirtinê: 7 çiriya pêşîn 2023.
    Read less

Phrasebook

Slav
zdravo
Dinya
Svijet
Silav dinya
Pozdrav svijete
Spas dikim
Hvala vam
bi xatirê te
Doviđenja
Erê
Da
Na
Ne
Tu çawa yî?
Kako si?
Baş spas
Dobro hvala
Çiqas e?
Koliko je to?
Sifir
Nula
Yek
Jedan

Where can you sleep near Kroatya ?

Booking.com
489.998 visits in total, 9.198 Points of interest, 404 Destinations, 47 visits today.