Context of Japon

Japon an Japonya an Japan an jî Yaban (bi japonî: 日本, Nihon an jî Nippon, navê fermî 日本国, Nihon-koku an jî  Nippon-koku), li başûr-rojavaya Asyayê welatekî girav e. Japon di Okyanûsa Mezin de ji Deryaya Japanê digihije heta Çîn, Korêya Bakur, Korêya Başûr û rojhilata Rusyayê, li bakur Deryaya Oxotskê, li başûr Deryaya Çîna Rojhilat û Taywanê. Karakterên kanji yên ku navê Japon pêk tînin, têne wateyên "tav/roj" û "nijad/reh". Ji ber vê jî Japon wekî "Welatê ku tav lê hiltê" tê zanîn.

Japon komgiravekî ye ku ji 6.852 giravan pêk tê. Giravên herî mezin Honshu, Hokkaido, Kyushu û Shikoku ne û ji % 97ê ya welêt dihewînin û giravên din erdên çiyayî ne û hin ji wan ji agirpij in ku çiyayê herî mezin ê Japon, Çiyayê Fuji agirpijekî ye. Japon ji ber nifûsa xwe ya mezin, dehemîn welatê herî şênî ye. Metropola Tokyo ya Mezin a ku li Honshuyê ye, bi tevahiya paytexta kiryariyê, Tokyoyê û prefektor û bajarên li dora wê ne, digihiji...زیاتر بخوێنه‌وه‌

Japon an Japonya an Japan an jî Yaban (bi japonî: 日本, Nihon an jî Nippon, navê fermî 日本国, Nihon-koku an jî  Nippon-koku), li başûr-rojavaya Asyayê welatekî girav e. Japon di Okyanûsa Mezin de ji Deryaya Japanê digihije heta Çîn, Korêya Bakur, Korêya Başûr û rojhilata Rusyayê, li bakur Deryaya Oxotskê, li başûr Deryaya Çîna Rojhilat û Taywanê. Karakterên kanji yên ku navê Japon pêk tînin, têne wateyên "tav/roj" û "nijad/reh". Ji ber vê jî Japon wekî "Welatê ku tav lê hiltê" tê zanîn.

Japon komgiravekî ye ku ji 6.852 giravan pêk tê. Giravên herî mezin Honshu, Hokkaido, Kyushu û Shikoku ne û ji % 97ê ya welêt dihewînin û giravên din erdên çiyayî ne û hin ji wan ji agirpij in ku çiyayê herî mezin ê Japon, Çiyayê Fuji agirpijekî ye. Japon ji ber nifûsa xwe ya mezin, dehemîn welatê herî şênî ye. Metropola Tokyo ya Mezin a ku li Honshuyê ye, bi tevahiya paytexta kiryariyê, Tokyoyê û prefektor û bajarên li dora wê ne, digihijin zêdetirî 30 mîlyon nifûsî û ev taybetî vê qadê dike metropolitena herî mezin a cîhanê.

Xebatên arkeolojiyê rê didin ku ji serdema Paleolitikê vir ve mirov li giravên Japonê dijîn. Di dîroka nivîskiyê de navê Japon cara yekemîn di metnên Çîniyan de derbas dibe ku ji sedsalê 1emîn mane. Bandora îzolebûnê li ser dîroka Japonê ber bi çav in. Çanda Japon a îroyîn ji hevbandoriya derve û rûdanên hindurîn pêk hatiye. Ji pejirandina makezagonê ya 1947ê vir ve Japon bi monarşiya destûrî tê bi rê ve birin. Serê dewletê împaratora Japon e, serê hikûmetê jî serokwezîr e. Parlemento bi hilbijartinê dikeve ser karê.

Li gorî têrbûna berhemên hundirî, Japon, piştî DYAyê li cîhanê duyemîn e. Endama NY, G8 û APEC e. Budçeya parastinê ya Japon li cîhanê rêza 5emîn e.

Phrasebook

Slav
こんにちは
Dinya
世界
Silav dinya
こんにちは世界
Spas dikim
ありがとうございました
bi xatirê te
さようなら
Erê
はい
Na
いいえ
Tu çawa yî?
元気ですか?
Baş spas
よし、ありがとう
Çiqas e?
いくらですか?
Sifir
ゼロ
Yek
1

Where can you sleep near Japon ?

Booking.com
487.415 visits in total, 9.187 Points of interest, 404 Destinations, 41 visits today.