Context of Enqere

Enqere (bi tirkî: Ankara) serbajarê ango paytextê Tirkiyeyê ye. Enqere di dema osmaniyan de bajarokek piçûk û bêqîmet bû. Paytextê osmaniyan Stembol bû dema osmanî têk diçin û Stembol ji aliyê brîtaniyan ve tê dagirkirin, tevgera kurd û tirkan wekî navendek vê bajarê hildibijêrin.

Enqere piştî damezrandina Komara Tirkiyê bajarokê Enqereyê mezin û şên dibe. Niha hejmara niştecihan 4.466.756 (2007) e û duyemîn bajarê mezin ê Komara Tirkiyê ye. Li navçeyên wê gelek kurd dijîn, wekî li navçeya Haymana hwd. Ji wan kurdan re kurdên Anatoliya Navîn tê gotin. Dîsa li navenda bajêr bi sed hezaran kurd dijî.

Klîmaya Enqereyê reşayî ye û bi zivistanan sar e. Bilindahî ji rûyê avê 900 m - 1.050 m ye. Li Enqereyê gelek zanîngeh hene, navdartirîn zanîngeha li Enqereyê Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn e. Aboriya niştecihan pirranî li ser karmendiyê ye. Girtîgeha navdar a Mamak Cezaevi li ser kola Samsûnê ye. Li taxên wekî Samanpazarî, Çîncîn gelê xizan di gecekondûy...زیاتر بخوێنه‌وه‌

Enqere (bi tirkî: Ankara) serbajarê ango paytextê Tirkiyeyê ye. Enqere di dema osmaniyan de bajarokek piçûk û bêqîmet bû. Paytextê osmaniyan Stembol bû dema osmanî têk diçin û Stembol ji aliyê brîtaniyan ve tê dagirkirin, tevgera kurd û tirkan wekî navendek vê bajarê hildibijêrin.

Enqere piştî damezrandina Komara Tirkiyê bajarokê Enqereyê mezin û şên dibe. Niha hejmara niştecihan 4.466.756 (2007) e û duyemîn bajarê mezin ê Komara Tirkiyê ye. Li navçeyên wê gelek kurd dijîn, wekî li navçeya Haymana hwd. Ji wan kurdan re kurdên Anatoliya Navîn tê gotin. Dîsa li navenda bajêr bi sed hezaran kurd dijî.

Klîmaya Enqereyê reşayî ye û bi zivistanan sar e. Bilindahî ji rûyê avê 900 m - 1.050 m ye. Li Enqereyê gelek zanîngeh hene, navdartirîn zanîngeha li Enqereyê Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn e. Aboriya niştecihan pirranî li ser karmendiyê ye. Girtîgeha navdar a Mamak Cezaevi li ser kola Samsûnê ye. Li taxên wekî Samanpazarî, Çîncîn gelê xizan di gecekondûyan (avahiyên bi şevê hatina avakirin) de dijî. Di salên 2000î de bi hezaran malbat bi darê zorê ji gecekondûyan hate derêxistin û bêzar man.

Where can you sleep near Enqere ?

Booking.com
487.420 visits in total, 9.187 Points of interest, 404 Destinations, 46 visits today.