Česko
ÇekyaContext of Çekya
Çekya (bi çekî: Česko) welatekê li Ewropaya Navendî ye û ji 1ê gulana 2004 endamê Yekîtiya Ewropayê bu ye.
Çekya welatekê dorpêçdayî li nîveka parzemîna Ewropayê ye û li çi aliyekî nagehit avên azad. Hevsiyên welatî li bakur Polonya, li bakurê rojava û rojavayê Almanya, li başûr Awistirya û li rojhilat Slovakya ne. Bajarê dîrokî yê Pragê (bi çekî: Praha), paytext û mezintirîn bajarê wê ye. Bajarên di Birno (Brno) ji ber tivengên wê di nav kurdan de binavûdeng e. Gorî Peşbinîyan 2.000 Kurd li Çekya hene.[çavkanî hewce ye]
Welat ji du herêmên dîrokî yên cuda pêkdihêt: Bohemya û Moravya, hindek ji Sîlesya û pareka biçûk ji Nemsaya Jêr (Awistriyaya Jêrîn).
More about Çekya
- Native name Česko
- Calling code +420
- Internet domain .cz
- Mains voltage 230V/50Hz
- Democracy index 7.67
- Population 2000000
- Area 78866
- Driving side right
Kevnarnasan dirovên anko belgeyên akincîbûna mirovan li demên berîdûrokî li herêmê vedîtine ko heta çaxê Nû-berîn (Neolithic) diçit. Li demên Kevin, hema ji sedsala 3ê Berî Bûna Îsayî, mişextên Kelt û Boî (Boii) (binihêre Bohêmyayê) û paştir li sedsala yekê eşîrên almanî yên markomanî (Marcomanni) û Kuadî (Quadi) li wan herêman akincî bûn. Li Heyama Mişextbûnan li derdora sedsala 5ê, gelek ji eşîrên almanî ber bi rojava û başur çûn û ji Ewropaya Navîn derkevtin û gelên slavî ji derdora Deryaya Reş herêma Karpatî hatin û cihê wan girt. Ev hatin bi êrîşên gelên dî yên ko bi hovîtî ji Sîberyayê dihatin, mîna hûnan, avaran, Bulgaristan û mecaran xurttir dibû.
Li sedsala 7ê bazirganekê frankî bi navê Samoyî li dijî xûnkarên avar piştevaniya gelên slavî kir û bû desthilatdarê hikûmeta slavî ya herî pêşîn li Ewropaya Navîn. Li sedsala 8ê û li bin rêveberî ya Moravyaya Gewre desthilatdarî ya Moravyan hat damezrandin.
Hikûmeta Çekî an Bohemya li sedsala 9ê peyda bû. Şayatî ya Bohemyayê li çaxên navîn yek ji desthilatên xwecihî yên girîng bû. Ew bi dirêjahî ya hebûna Împeratoriya Romê ya Pîroz parek ji wê konfederasyonê bû.
Şerên olî û mezhebî li sedsalên 15 heta 17ê bandoreke gelek xirab li ser xelkê Bohemiyayê hêla û li dawiyê ew kevtin bin destê Habsburgê û paştir bûn parek ji Împeratoriya Awistirya-Mecaristanê.
Piştî heriftina wê imperatoriyê li piştî Şerê Cîhanî yê Yekem, li sala 1918ê komara serbixwe ya Çekoslovakyayê hat damezrandin. Komarê gelek deverên ko piranî ya akinciyên wan bi almanî, mecarî, polonî û rûtênî jî diaxivtin anîn bin desthilata xwe. Herçind e Komara Çekoslovakyayê komareke navendanî (sentralîst) jî bû, gelek ji mafên kêmanî yên neteweyî ewle kiribûn. Lê di nava wan mafan da çi mafên hebûna herêmên siyasî yên tuxûbkirî yên nîvxweser nebûn.