Zimanê sîlezî
Sîlezî an jî zimanê şîlezî (bi sîlezî: ślůnsko godka, ślůnski, carina jî pů našymu) zimanê xelkê herêma Sîlezyaya Jorîn a Polonyayê ye. Li Çekya û Almanyayê jî tê axavtin. Li gor mirovjimêriya Polonyayê ya sala 2011an li dor 509.000 kesan zimanê sîlezî wek zimanê xwe yê zikmakî dan zanîn. Sîlezî nêzîkî zimanê polonî ye, ji bo vê yekê ji layê gelek zimannasan ve wek zaravayekî polonî tê hesibandin.