Sîkhîzm
Sîkhîzm, ku wekî Sîkhî jî tê zanîn (bi zimanê penjabî: ਸਿੱਖੀ Sikkhī, ji peyva ਸਿੱਖ, Sikh, ku tê wateya şagirt, lêger an xwende) dîn û felsefeyek hindistanî ye ku li herêma Pencab a parzemîna Hindistanê peyda ye, ya ku li dora dawiya sedsala 15an de hatiye avakirin. Ew baweriya rêxîstî ya herî dawî hatî damezrandin e û pêncemîn-mezin ola cîhanê ye, bi nêzîkê 25-30 mîlyon alîgiran (li gorî statîstîkên destpeka sedsala 21an).