Keşk

Keşk, çortan (înglîzî: kashk, farisî: کشک ) ji mastê hişkirî tê amadekirin. Di pêjgeha kurd, faris, romî (tirk), balkaniyan de cihekê girîng digire. Li Kurdistanê gelek cureyên wê hene. Çortan tenê cureyekê keşkê ye, lê li hin deveran (bo mînak li hin parêzgehên Serhedê) ji tevahiya cureyan re çortan dibêjin.

Ji dan, pûjan û mastê tê çêkirin. Li hin deveran îsot, biharbêhn (biharat) û pîvazê jî tevlî dikin. Di nav hev de tên strandin û wan gorî daxwazê wekî kufteyan radixin ber tavê bo ziwakirinê. Pîrranî li ser pûngê tê raxistin. Keşka herî bitehm a Gurgum, Sêwas û Melediyê ye.

Li Îranê sebzeyan jî dixinê. Bo mînak keşkê bademyan, bacanêreşka kelandî yan pijandî tevlî dikin. Pirranî bo zivistanê tê çêkirin. Mixabin ji ber ku li hin deveran bi navên cuda tên navandin, tevlîheviyekê heye.

Li Serhed û gelek herêman bêjeya keşk kêm an nayê bikaranîn û danê spî jî naxin navê. Li herêma Tolhildanê (Meledî, Gurgum, Dîlok) ji danê spî ye û jê re jî dibêjin keşk.

Destinations