El Salvador
Context of El Salvador
El Salvador bi navê fermî Komara El Salvador, (República de El Salvador), welatekî Emerîkaya Navîn e. Li rojavayê El Salvador Gûatemala, li bakur û rojhilat Hondûras û li başûr Okyanûsa pasîfîk heye. Li Amerîkayê gorî rêjeya axê nifûsa herî zêde li vî welatî ye û ji aliyê pişesaziyê ve welatê herî pêşveçûyî ye. Bajarên herî mezin; San Salvador, Santa Ana û San Miguel in.