Zimanê kurdî

Zimanê kurdî, ziman yan jî komek zimanên kurdî ye ku kurdên li erdnîgariya Kurdistanê, dîasporaya kurdan li herêmeke berfirehê Anatolya Navîn tê axavtin. Zimanê kurdî zimanek ji malbata zimanên hind û ewropî û ji şaxa zimanê îranîya rojava ye ku ji çend zaravayan pêk tê. Zaravayê herî berfireh kurmancî yan jî kurdiya bakur e ku li hemî aliyên Kurdistanî bi awayekî berfireh tê axaftin. Zazakî û Kurmancî li Bakurê Kurdistanê, Soranî li Başûrê Kurdistanê û li Rojhilatê Kurdistanê tê axavtin.

Di roja îro de kurmancî bi alfabeya Hawarê ku tîpê latînî ye, soranî jî bi alfabeya soranî ku ji tîpê erebî ye, tê nivîsandin. Berhema edebiyata kurdî bi piranî bi helbestê ve girêdayî bû. Piştî sedsala 20an edebiyata wêjeya giştî ya kurdî pêş dikeve. Îro du zaravayên kurdî yên nivîskî yên sereke kurmancî û soranî ne. Soranî li gel erebî yek ji du zimanên fermî yên Iraqê ye ku li Başûrê Kurdistanê û li Iraqê di belgeyên siyasî de wek "Kurdî" tê binavkirin. Kurmancî di roja îro de bi taybetî ji aliyê saziyên çapemeniya ve tê bikaranîn. Kurmancî bi teybetî di salên dawiyê de li Bakurê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve bi awayekî tundî hatiye astengkirin ku hemî sazî û dibistanên taybet ku bi Kurmancî xebat û perwerdeyên xwe dimeşandin ji aliyê Tirkiyê ve hatiye girtin. Yek ji saziyên Kurmancî ku ji aliyê Tirkiyê ve hatibû girtin Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bû ku sazî niha xebatên xwe bi awayekî ne fermî dimeşîne.

Destinations