نوروز ( Newroz )

Newroz yan jî Cejna Newrozê, cejneke biharê ye ku ji aliyê kurd, faris, peştûn, belûç, û gelek gelên din ve her sal di roja 21ê adarê de tê pîrozkirin. Cejna Newrozê ji aliyê kurdan ve her sal li gorî bernameyên partî û saziyan, di navbera 10 û 21ê adarê tê pîrozkirin û pîrozbahiyên Newrozê roja 21ê adarê bidawî dibe. Di dîroka kurdan de Newroz weke çîroka vejînê cîh digire. Li gorî mîtolojiya Kawayê Hesinkar, Kawa li dijî serdarê zordest Dehaq serî hil dide û vî serhildanê bi agir dadanê peyama serhildanê ji gelên derdorê re dişîne. Ji wê rojê ve agir dibe nîşaneya sereke ya Cejna Newrozê.

Destinations