Mona Lîza (bi îtalî: La Gioconda, bi fransî: La Joconde), tabloya hunermendê Îtalyanî ê Ronesansê Leonardo da Vinci ye.
Jina di tabloyê de bi kena xwe ya nepenî navdar bûye. Leonardo di sala 1503an de dest bi çêkirina Mona Lîza kir û di sê çar salan de xilas kir. Ev tablo vêga li Muzeya Louvre ya Parîsê tê pêşandin.
بۆچوونێکی نوێ بنووسه