孙子兵法 ( Hunera Şer (pirtûk) )

Hunera Şer (çînî: 孙子兵法, "Sūnzĭ Bīngfǎ") pirtûkeke navdare ku li ser taktîkên leşkerî û şer ji hêla Sun Tzu ve di sedsala 6 (B.Z)an de hatiye nivîsandin. Ew ji 13 beşan pêk tê, ku her yek aliyekî cuda ya şer destnîşan dike. Ew, pirtûka bingehîn a stratejî û taktîkên leşkerî tê hesibandin. Ew yek ji pirtûkên "Heft Klasîkên Leşkerî yên Çînê" ye.

Hunera Şer yek ji pirtûkên kevn û baştirine ku li ser stratejiyê hatiye nivîsandin e. Di dîrokê de bandorek mezin li ser pirsgirêkên leşkerî kiriye. Her weha ji dawiya sedsala 20an û vir de di aborî û karsaziya cîhanê de jî tê bikar anîn.

Ev pirtûka ku ji hêla Sun Tzu ve hatî nivîsandin bandor li gelek navên navdar ên di warên werzîş, siyaset, zanist û hunerê de kir û rê da wan. Wê bandor li ser Mao Zedong, General Nguyên Giáp|Võ Nguyên Giáp, General Douglas MacArthur û hîn serokên împeratoriya Japon kirîye.

Sun Tzu di pîrtûkê da gotîye kû "Serkeftina rast, serkeftina bê şer kirine, rêberê rast ew kese ku bê şer serkeftin dest xistîye ye."

Destinations