Rumkale
( Hromkla )Hromkla (bi ermenî: Հռոմկլայ, lat. Hromkla; bi aramî: Kala-Rhomata; bi kurdî: Kela Zêrrîn; bi yewnanî: Ρωμαιων Κουλα; bi tirkî: Rumkale; bi erebî: قلعة الروم), bi navên xwe yên din Qal'at ar-Rum yanjî Ranculat) îro kelheyeka xirbe ku nêzika çemê Ferêt radiweste, ye. Girêdaya parêzgeha Dîlokê ye, lê nêztira Xelfêtîyê (Rihayê) ye.
Navê "Rumkale" ji navê Rûmiyan tê.
Piştî raxistina Xrîstîyantiyê li herêmê, Hromkla girêdayê hikumiyeta Edessa bû. Di sala 1151an de Gregor III. Pahlawuni, serokê katolîk a Dêra Apostolîk a Ermeniyan, navenda xwe ji Tzvok'ê bara vir kiribû. Ji sala 1150an heta 1292an Hromkla navenda patrîyarka Ermenî ya hikûmiyeta Kîlîkyayê, û piştrev jî ya hikûmiyeta Sîsê bû. Wekî din serokê katolîkan a bi navê Nerses IV. Schnorhali li wir jîyana xwe derbas dikir.
Serokê olî ya Sîro-Ortodoksan ku ji dêra xwe ya Barsawmayê dihat, car caran mêvanê Hromkla dibû. Pirtûkxaneya wî dêrî lewma li Hromklayê dihat bicihkirin. Gelek nivîsên olî yên Mîkael ê Mezin (m. 1199, serokê olî yê Asûrîyan) li wir peyda dibûn. Herwiha, Ignatius David di sala 1252an de li Hromklayê hate temartin.
Di sedsala 13yan Illûminatorê herî mezin a vê demê li Hroklayê dixebitî.[1], Toros Roslin.
Di roja 28ê hezîrana sala 1292an de ev kel ji aliyê Memlûkên misilman hate zevtkirin û wekî cihekî leşkerî dihat bikaranîn. Di dema Emparatoriya Osmanî jî Hromkla zindanek bû. Di sala 1832an de ji aliyê Ibrahim Paşa kel hinek hat şikandin.
↑ Claude Mutafian: Le royaume arménien de Cilicie. XIIe - XIVe siècle., CNRS éditions, Paris, 1993, ISBN 2-271-05105-3, Seite 127
بۆچوونێکی نوێ بنووسه