Gulyás (étel) ( Gulaş )

Gulaş xwarineke quşxaneyê ye. Mirov dikare wekî hêyavk an şorbeyekê jî binavbike, lewra gelek cureyên wê hene.

Gulaş di pêjgeja gelek gelan de heye. Kurd jî dizanin û ji xwe paşpirtika +aş bi kurdî wateya xwarinê pê dixe. Peyv ji xaşandinê tê lewra bi kelînê goşt dixaşe. Di zimanê mecarî de navê wê gulyás e û ew jî tê wateya gavan. Rojavayî bingeha vê xwarinê bi Mecaristanê ve girêdidin, dibêjin ji wir belavbûye.

Standardeke wê nîne. Ji goştê pez an dewarê tê çêkirin. Goşt tê tîkekirin, pîvaza hûrkirî jî di nav de, tê biraştin. Sîra kutayî, reşke (kîmyon), îsota dirêj, kartol û fringî (bacanê sor, tomatos) jî dikeve navê. Li Mecaristanê bi navê székely gulyás cureyekê wê yê din jî heye ku bi kremaya tirş tê çêkirin. Mirov dikare wê wekî xwarineke cuda jî binirxîne, lewra kelem, goştê berazê û biharat tê de heye.

Destinations