Auschwitz-Birkenau

( Kampa komkirinê ya Auschwitzê )

Kampa komkirinê ya Auschwitzê (bi almanî: Konzentrationslager Auschwitz (bilêvkirin: [kɔntsɛntʁaˈtsi̯oːnsˌlaːɡɐ ˈʔaʊʃvɪts] ( Guhdar bike)); herwiha KL Auschwitz an KZ Auschwitz komplekseke ji zêdetirî 40 kampên komkirin û qirrkirinê bû ku ji hêla Almanyaya Nazî ve li Polonyaya dagirkirî (li beşeke ku di sala 1939an de bi Almanyayê ve hatibû girêdan) di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn û Holokostê de hate xebitandin. Ew ji Auschwitz I, kampa esasî li Auschwitzê (Bi Polonî Oświęcim); Auschwitz II li Berkenûyê, kampeke komkirin û qirrkirinê ya bi odeyên gazê; Auschwitz III li Monovîtisê, kampeke kedê ya ji bo konglomerata kîmyewî IG Farben; û bi dehan bin-kampan pêk dihat. Ev kamp bûne cihê serekî yê çareseri...زیاتر بخوێنه‌وه‌

Kampa komkirinê ya Auschwitzê (bi almanî: Konzentrationslager Auschwitz (bilêvkirin: [kɔntsɛntʁaˈtsi̯oːnsˌlaːɡɐ ˈʔaʊʃvɪts] ( Guhdar bike)); herwiha KL Auschwitz an KZ Auschwitz komplekseke ji zêdetirî 40 kampên komkirin û qirrkirinê bû ku ji hêla Almanyaya Nazî ve li Polonyaya dagirkirî (li beşeke ku di sala 1939an de bi Almanyayê ve hatibû girêdan) di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn û Holokostê de hate xebitandin. Ew ji Auschwitz I, kampa esasî li Auschwitzê (Bi Polonî Oświęcim); Auschwitz II li Berkenûyê, kampeke komkirin û qirrkirinê ya bi odeyên gazê; Auschwitz III li Monovîtisê, kampeke kedê ya ji bo konglomerata kîmyewî IG Farben; û bi dehan bin-kampan pêk dihat. Ev kamp bûne cihê serekî yê çareseriya dawî ya Naziyan ji bo pirsa Cihûyan.

Piştî ku Almanyayê di îlona 1939an de bi dagirkirina Polonyayê ve Şerê Cîhanê yê Duyemîn azirand, Yekîneya Parastinê (bi almanî: Schutzstaffe, kurteya wê: SS) Auschwitz I ji baregeheke artêşê veguherrand bo kampeke girtiyên şerî.

Veguhastina ewlî ya girtiyên siyasî ji bo Auschwitzê hema tenê ji Poloniyan pêk dihat ku kamp di destpêkê de ji bo wan hatibû avakirin. Piraniya girtiyan li herdu salên pêşîn Polonî bûn.

Li îlona 1940ê, micrim û suçdarên Alman navûdengê kampê bi sadîzmê ava kir. Girtî ji ber sedemên herî çirtovirto rastî lêdan, îşkence û îdamê dihatin. Şewtandina yekem —ya girtiyên Sovyet û Polonî— li bloka 11ê ya kempa esasî, li tebaxa 1941ê de hat kirin. Avakirina Auschwitz II li meha paşîn dest pê kir, û ji sala 1942an heya dawiya 1944an trênên bargir Cihûyên ji çar aliyên Ewropaya dagîrkirî radestî odeyên gazê yên Auschwitzê kirin. Ji 1.3 milyon mirovên ku hatin şandin bo Auschwitzê, 1.1 milyon hatin kuştin. Hejmara qurbaniyan 960,000 Cihû (865,000 ji wan bi gazê hatin şewitandin), 74,000 Poloniyên etnîkî, 21,000 Rom, 15,000 girtiyên şerî yên Sovyetê û heta 15,000 Ewropiyên din bi xwe ve digirit. Kesên ku bi gazê nehatine kuştin, bi birçîbûn, westandin, nexweşî, îdamên bi kit, an jî lêdanê hatine kuştin. Yên din jî di dema ceribandinên bijîşkî de hatin kuştin.

Herî kêm 802 girtiyan bizav kir ku birevin, 144 ji ewan bi serketî, û di 7ê çiriya pêşîn a 1944an de, hinek girtiyên ku odeyên gazê bi rê ve dibirin, serhildaneke neserkeftî li dar xisit. Tenê 789 karmendên Yekîneya Parastinê Schutzstaffel (ji sedî 15 ne zêdetir) piştî ku Holokost bi dawî hat, hatin hikim kirin; çend kes hatin îdam kirin, di nav de fermandarê kampê Rûdolf His (Bi Almanî Rudolf Höss).

Gava ku Artêşa Sor ya Sovyetê di kanûna paşîn a 1945an de, di dawiya şerî de, nêzîkî Auschwitzê bû, SSê anku Yekîneya Parastinê pirraniya nifûsa kampê di Meşa Mirinê de ber bi rojava şandibû kampên hundurê Almanya û Nemsayê. Leşkerên Sovyetê di 27ê kanûna paşîn a 1945an de ketin kampê, rojek ku ji sala 2005ê ve wekî Roja Bîranîna Holokastê ya Navneteweyî tê bibîranîn. Di dehan salên piştî şerî de, kesên rizgarbûyî yên wekî Prîmo Levî, Vektor Firankil, û Êlî Vîsel bîranînên serpêhatiyên xwe nivîsandin, û kamp bû çevenga serdest ya Holokostê. Li sala 1947ê Polonyayê Muzexaneya Dewletê ya Auschwitz-Berkenûyê li cihê Auschwitz I û II ava kir, li sala 1979ê ew ji alê Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ve wekî şûnekî Kelepora Cîhanê hat bi nav kirin.

Photographies by:
Statistics: Position
529
Statistics: Rank
174591

بۆچوونێکی نوێ بنووسه‌

Esta pregunta es para comprobar si usted es un visitante humano y prevenir envíos de spam automatizado.

Security
268579134Click/tap this sequence: 1436

Google street view

Where can you sleep near Kampa komkirinê ya Auschwitzê ?

Booking.com
489.369 visits in total, 9.196 Points of interest, 404 Destinations, 7 visits today.