Artêşa Rizgariya Neteweyî ya Zapatîst
Artêşa Rizgariya Neteweyî ya Zapatîst (bi spanî: Ejército Zapatista de Liberación Nacional, EZLN), li parêzgeha Çîpas ya Meksîkê rêxistinekî bi çek e.
Navê xwe ji serokê Şoreşa Meksîkê (1910-1920) Emiliano Zapata hil dide. Xwe bi avayê xwedî mîrata Emiliano Zapata dibinin. Ew xwe li dijî emperyalîst didine naskirin.
Herêm ku têda dijîn bi avayê serbixwe û xweser ji hikûmatê dibînin. Ramanên wan “ax ya gel e.” û “gel ferman dike hukûmet tîne cîh.” e. Dirûşmên wan ê herî girîng “Ya Basta (Edî bese)” û “Dad! Serxwebûn! Demokrasî!” ye. Ji bo piştevaniyê ji xwe re bibînin, înternet û bihîstokên dûvelang dixebitînin.
Zapatistiyan li dijî kûreyî (globalîzm) û neoazadîxwazê ne. Ji ber ku, bi gorî ramanên wan, ev herdûyan, gundiyan bi avayekî xirab bandor dike û wana birçî dihêle.
Di sala 1982an de ji aliyê şerwanên Maoist ku di nav wanda Subcomandante Marcos jî heye hat avakirin. Piştî deh salên ji bo birêxistinbûn û amadeyîkirinê, di sala 1ê kanûna paşîn 1994an de dest bi şerê çekdarî kirin. Gelek şaredarîyên San Cristobal de Las Casas dagirkirin.
Endamên EZLN ê piranî ji niştecîhan pêk tê. Piştevaniyên ji bajarên din û navnetewî jî hene.
Subcomandante Marcos di vê rêxistinê de gelek çalak û fermandar e. Lê berevajî fermandarên din, bixwe niştecîhekî Maya nîne.