Ani (bi zimanê ermenî Անի) bajarekî dîrokî yê li Qersê ye û paytexta kevnar a Şedadî û xanedana Bagratuniyan e. Ji ber ku bi sedan sal in bêkes e wêran bûye.

 
Ji xeynî qatedral û dêrên bêhempa, mizgefta Menuçehr jî li Anî peyda ye.

Anî di cavkaniyên ji sedsala 5'mîn de weke war û kelheke ermenî derbas dibe. Di sala 763an de kete destê bagratîdên ermenî û di sedsala 10'mîn de wergeriya yek ji bajarên herî girîng ên herêmê. Keyê Aşot III ê bagratûnî ku ji 951an heta 977an desthilatdariyê dikir, Anî di sala 961an de weke paytexta keyaniya xwe hilbijart. Gava bajar di sala 1045an de derbasî bîzansiyan bû, Anî ya ku dikeve ser riya îpêkê bi navê "Bajarê hezar û yek dêran" bi nav û deng bû û gelheya wê 100 hezaran derbas dikir.

Di roja 16'e tebaxê 1064an de Anî ji aliyê Selçûkan ve hat bidestxistin û kete bin hikma îslamî.[çavkanî hewce ye] Siltan Alp-Arslan bajêr di sala 1072an de da destê Şedadiyan.[çavkanî hewce ye] Şedadiyên ku xanedaneke kurd a li Gence û Dwînê bûn li Anî hikm dikirin heya ku bajar di sedsala 12'mîn de kete nav keyaniya gurcuyan û bi vî havî ji nû ve kete destê xirîstiyanan. Ji sala 1125an heta 1209an çend caran ser derket û Anî di sala 1239an de kete bin destê moxolan. Di sala 1319an de - Anî êdî ji aliyê Aq Qoyunlu û Qara Qoyunluyan ve dihat rêvebirîn - erdhejeke pir giran pêk hat û pirraniya bermahiyên dîrokî zerar dît. Ji sedsala 14emîn pê ve êdî gelheya bajêr her ku çû kêmtir bû. Ji sala 1534an pê ve Anî kete nav sînorên împeratoriya Osmanî û ji 1878an heta 1917an herêmeke împaratoriya rûsî bû.

Di salên 1892/1893an û 1904-1917an oryentalîstê rûsî Nikolai Jakovlewîc Marr cara ewil lêkolînên arkeolojîk pêk anî.

 
Sûrên bajêr (bakûr), nîgarek ji sala 1885an
Photographies by:
Heidi B - CC BY 2.5
Ggia - CC BY-SA 3.0
Zones
Statistics: Position
1744
Statistics: Rank
71470

بۆچوونێکی نوێ بنووسه‌

Esta pregunta es para comprobar si usted es un visitante humano y prevenir envíos de spam automatizado.

Security
258674913Click/tap this sequence: 2411

Google street view

Where can you sleep near Anî ?

Booking.com
487.408 visits in total, 9.187 Points of interest, 404 Destinations, 34 visits today.